Diyarname
Ger heta îro we gotibe qey qirtûk tenê ji bo xwendinê ne we şaş fêm kiriye, hûn hê tênegihîştine pirtûk ji bo tiştên din jî têne bikaranîn: Belê pirtûk ji bo veşandina kokaînê jî têne bikaranîn.
Em qala bûyereke li Almanyayê rûda dikin. Li Balafirgeha Frankfûrtê memûrên gumrikê di nav du pirtûkên hîkayeyan de kokaîn qufaltin ku buhaya wê bi 30 hezar Euroyî ye.
Kokaînê ku 400 gram bû hat gotin ku ji Ûrûgûay di nav du pirtûkên hîkayeyan de hatiye veşartin û bi vî awayî şandine Almanyayê.
Pirtûkên hîkayeyan bi spanyolî bûn û dema li gumrikê siyên ne li gor pakêtê di irtûkan de dixuyin dikevin şikê û vedikin, çi bibînin? Kokaîn.