Aldar Xelîl
Guhertinên li Sûriyeyê ber bi şêweyekî nû ve diçin. Hêzên ku tu planeke wan a çareseriyê tune ye lê ji bo dest li herêmê werdin hîn jî dek û dolaban digerînin.
Wekî mînak; koalîsyona navneteweyî Tirkiye li derveyî hemleya Reqqayê hişt. Tirkiye rabû ji bo plan û projeyên xwe yên dijkurd çû tev li xeta Îran-rejîma Sûriyeyê bû.
Lê vî tiştî hişt ku hemû siyasetên Tirkiyeyê li Sûriyeyê berevajî lê vegerin û bi siyasetên Rusyayê re anîn beramberî hev.
Li gorî peymana herêmên bêşer Tirkiyeyê dê bi tenê 85 leşkerên çavdêr bixistana axa Idlibê lê Tirkiyeyê rabû hêzeke mezin xist Idlibê. Vê yekê kir ku Rusya jî plana xwe revîze bike. Tirkiye piştî vê manewraya xwe; li cihê ku El Nusrayê gem bike, lê hamîtiyê kir.
Li aliyê din hesabên Îranê yên li ser xaka Sûriyeyê jî hema bêje wekî ku bi Rusyayê re di pêşbirkê de ne. Di dema ku Rusya ji bo piştgiriya xwe ya ji bo hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê gavan bi paş de dide, niha jî Rusya li rêyên ku bandora Îranê li ser rola xwe ya herêmê û dîtina wê pûç dike digere.
Di vîtrînê de wekî ku li rêyên çareseriyê digere xwe dide xuyakirin. Di heman demê de sekna Amerîkayê ji bo rola Îranê di heremê de ne tenê wekî ku Rusya Îranê metirsî dibîne lê belê ew hîn bêtir metirsî dibîne.
Bandora Îranê li ser herêmê û bi taybetî li ser Iraqê û bi taybetî lêgera li rêyekê ji xaka Iraqê heya bi Şam û Lubnanê di deriyê sînorê Iraqê yê herêma Qaîm û Bûkemala Sûriyeyê re veke, Amerîka vê napejirîne, ji ber vê hemû siyaseta xwe li gorî plan û projeyên Îranê li heremê çêdike.
Hevdîtina Trump û Pûtîn nêzîkatiya her du dewletan li ser dîtineke hevbeş a li ser hevgirtina xaka Sûriyeyê, makezagona Sûriyeya nû, veguhertina siyasî li Sûriyeyê û piştguhkirina hinek nakokiyên teknîk û dîtina hinek hêzan wekî metirsî li ser rewşa Sûriyeyê çêdikin wekî Tirkiye û Îranê û hewldanên wan ên kişandina herêmê ber bi rewşeke ne di xizmet û sûdên dewletê xwedî bandor û sûda gelên Sûriyeyê de ye. Em wekî hêz li Sûriyeyê her tim li rêyên çareseriya demokratîk digerin û bi hemû aliyan re ji bo vî karî alîkar in. Biryarên giştî çi li Riyad û çi li Soçî ji bo girîngiya tevlêbûna kurdan em xwedî wê baweriyê ne ku em kevirê enîşkê yê bingehîn in ji bo pêkanîna biryarên navneteweyî û pêkanîna wan di warê pratîk de.
Em li xalên hevbeş ên di navbera hêzên ku çareseriyê li Sûriyeyê dixwazin digerin, her wiha jî em kar ji bo gurkirina nakokiyên herêmî û jê sûdgirtin nakin, ji ber ku em bi pêwîstiya lêgerîn û hevkarî ji bo çareseriyê re xwedî bawerî ne.
Lê daxuyaniyên ku der barê me de û di vê rewşa girîng a ji bo piştraskirina rola me ya niştimanî de û girîngiya projeya me ya demokratîk negatîf derdikevin pûç û vala ne.
Ne hêja ne ku em li wan vegerînin, ji ber ku di rewşa heyî de, di dema ku rewş li Sûriyeyê ber bi sererastkirin û ji nû ve nirxandinê ve li gorî hinekan diçe.
Em di hewldana bihêzkirina dîtina xwe ya bingehîn û xeta xwe ya istracî ya ku em ji destpêkê de li ser dimeşin dimînin, ew jî karê me yê li gorî garantîkirina sûdên gelê me û hemû gelên Sûriyeyê ji bo azadî û demokrasiyê ye.
17.11.2017, Welat


