Cemil Oguz
Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê pirtûkeke dersê bi navê 'Hînker' derket. Pirtûk navê xwe ji sala 1921'ê digire.
Pirtûka ku bi navê "Hînker" ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye amarekirin ji bo dersdayîna mamosteyan e. Pirtûk wekî "Asta yekemîn" derketiye û di pirtûkên Hînker ên duyem û sêyem de jî astên bilindtir cih bigirin. Di vê pirtûkê de 8 beş hatine bicihkirin: Nasîn, malbat, dem û sal, pêdivi, jiyan, hobî, cih û war, pêşketin.
Ji 1921'ê heta niha 'Hînker'
Li ser pirtûkê me bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê zimanzan û di heman demê de yek ji amadekarên pirtûkê Samî Tan re xeber da. Tan diyar dike ku 'Wateyeke navê pirtûkê yê dîrokî heye' û sedema hilbijartina naveke wisa van tîne ziman: "Yekemîn materyal li ser gramera kurdî di sala 1921'ê de ji aliyê Hêvî Talebe Cemiyetî ve hatiye derxistin. Navê wê 'hînker' bû me ev nav ji wir girt, loma wateyeke wê ya dîrokî heye. Gelek navên din hatin pêşniyarkirin, me ev biryar da."
Heta niha li Tirkiyeyê bi navên 'Kurdiya hêsa', 'Kurdiya nûjen' pirtûkên ji bo dersên hatibûn amade kirin. Tan li ser ferqa 'Hînker' û pirtûkên berî vê van tiştan bilêv dike: "Ji xebatên berê cihêtir ez bawerim cara yekemîn xebateke metadolojîk hate kirin. Ji tecrubeyên hînkirinê, ji tecrubeyên zimanên din sûde hate girtin. Di vî warî de li vê derê ji pirtûkên heta niha derketin pirtûka herî pêşketî ye."
Mamosteyan ji tecrubeyan sûde wergirtiye
Pirtûk ji aliyê çar kesan ve hatiye amade kirin. Ji wan Sadik Varli mamosteyê almanî, Ronahî Onen mamosteya îngilîzî, Mevlut Aykoç mamosteyê polê ye; wan tecrubeyên xwe yên pedegojîk jî girtine ber çavan û keda xwe xistine nav pirtûkê. Samî Tan jî jîrbûna xwe ya gramerî, nivîsandina test û nivîsan ku zêdeyî deh salan e di vî karî de ye xistiye nav vê pirtûkê û di dawiyê de li gor gotina Tan, "Sentezeke baş derket holê."
Li ser naveroka pirtûkê jî Serokê Enstîtuyê Tan wisa dibêje; "Me mijarên xwe yên gramerê bi tekstan xurt kirine. Pêşî me testa wê daye, dûre mijarên gramerê daye. Kontestek wê heye, mijar li dora Azad û Dîlanê diçe û tê; hevalên wan, malbatên wan. Di vê çarçoveyê de kompozîsyoneke heye. Wêne jî li gor wê hatin kişandin. Wêne ji pirtûkên berê cihêtir ne ji vir de û wir de hatine berhevkirin, bi awayekî profesyonel, bi taybetî hatin kişandin. Pêşî pirtûk hate xwendin, li gor wê wêne hatin kişandin, mîzansen hate kirin. Tekstên vê pirtûkê jî hemû orjînal in. Me ji cihekê negirtin, me bi xwe nivîsandin."
Sê pirtûk, sê ast
Projeya pirtûkê di destpêkê de dê ji 5 pirtûkan pêk bihata, lê amadekarên pirtûkê meseleya dersdayîna xwe ya li qursan girtine ber çavan, di encamê de biryara amadekirina 3 pirtûkan, di sê astê cuda de dane. Ji van asta yekemîn niha derket. Her du pirtûkên din jî dê heta payîza 2009'a amade bin. Yek ji amadekarên pirtûkê Tan dibêje ku ew dikin CD'yan jî amade bikin, dema CD jî hebin yên ku hinekî bi kurdî dizanin bi serê xwe jî dê bikaribin jê sûde bigirin, yên qet bi kurdî nizanibin dê ji bo wan hinekî zehmet be. Li gor projeyê dîsa dê 5 pirtûkan derxin lê sisê ji 'Hîrker'an, yek ji bo zarokan, yek jî ya gramerê lê ne kîte bi kîte çareserkirina pirsgirêkên gramerê, zêdetir dê bike ku gramerê hîn bike. Li ser vê yekê dê aktîvîte hebin di pirtûkê de.
Li gor Samî Tan wan rewşa kurdan a li Tirkiyeyê jî girtiye ber çavan û pirtûk ji bo zimanê duyemîn amade kiriye, lê pêre jî wan xwestiye ji bo zimanê yekemîn jî bikêr were. Ji bo vê yekê jî wan xwestiye sentezekê çêbikin.
Pirtûk bi kêrî dersên di qursan de tê, lê dema di dibistanan de derseke bi kurdî dest pê bike jî di rewşeke wisa de sûdegirtina ji pirtûkê mimkûn e. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan di vî warî de wisa dibêje: "Dema di dibistanê de ders dest pê bike dikarin ji vê pirtûkê sûde bigirin lê perwerdehî tişteke din e. Dema em dibêjin 'perwerdehiya kurdî' tişteke din e, 'perwerdehiya bi kurdî' tişteke din e. Dema em dibêjin 'perwerdehiya bi kurdî' divê hemû ders bi kurdî bin; ji fîzîk, kîmya heta dîrok û beşên din. Ji bo derseke wisa divê pirtûkên taybet bêne amadekirin. Di vê pirtûkê de me xwest dema kesek kurdî hîn bibe çand û dîroka kurdî jî hîn bibe. Ji bo vê me wêneyê sûrên Amedê wekî sembûl di berg de bikar anî. Di navê de heta radeyekê dîroka çapemeniya kurd da."
Di pirtûkê de jiyana bajarî
Pirtûk hinek bajarî çêbûye, mijar mijarên bajaran in, ji pirtûkên berê cihêtir li ser gundan tiştek têde nîn e. Tan li ser vê yekê jî van tiştan diyar dike: "Me xwest îmajeke cuda yê kurdan derkeve. Civaka kurd ji rêjeyeke mezin êdî li bajaran dijî, bi taybetî jî nifşê nû. Ji bo vê me xwest xîtabê wan bikin. Di pirtûkan duyem de emê jiyana kurdan jî bidin. Di vê de bi taybetî jiyana bajarî."
Niha TRT û kurdiya wê di rojevê de ye. Nîqaşa rastnivîsandina kurdî hem di TRT'ê, hem di çapemeriya din de tê nîqaşkirin. Ev pirtûk dê bi kêrî wan jî bên yan na, Samî Tan wisa bersivê dide: "Ew jî dikarin. Lê bi rastî heke ji dil nêzî zimanê kurdî bibin, di vir de populîzekirinek nîn be, bingeheke wê ya qanûnî çêbe em dixwazin ji TRT'ê re, ji çapemeniya din re jî sinifek taybet amade bikin û dersê bidin wan. Hem ziman, hem jî bi kurdî dersa pîşeyî, wekî dersa nûçeyê, dersa qalibên nûçeyê bidin. Lê berî her tiştî divê bingeheke qanûnî ji TRT Kurdî re çêbikin, serê pêşî divê hebûna kurdan, zimanê kurdan di makezagonê de cihê xwe bigire."
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.