Diyarname
Albuma muzîkê ya fîlmê Ozcan Alper “Sonbahar” (Payîz) derket piyaseyê. Di albumê de zêdeyi 10 stran hene.
Fîlmê “Sonbahar” ê Ozcan Alper li ser çîroka Yusuf hatiye kişandin. Yusuf di sala 1997’an de dema 22 saliye û xwendekar e dikeve girtîgehê. Ew 10 salan di girtîgehê de dimîne, dûre tê berdan û tê gundeke Behra Reş. Çîroka çepgiriya Yusuf, têkiliya wî ya bi dê û hevalên wî re, her wiha hezkirina wî ya li keça gurcî Eka di “Sonbahar”ê de tê pêşkêşkirin.
Fîlmî heta niha di warê neteweyî û navneteweyî de gelek xelat girt. Her wiha muzîka fîlm ku ji aliyê Yuri Ryadchenko, Ayşenur Kolivar, Sumru Ağıryürüyen û Onok Bozkurt ve hatibû çêkirin di 21’emin Premiers Plans Festival Angers de Xelata Muzîka Herî Serketî (festîval di navbera 16-25’ê meha borî li dar ket) girt.
Ev muzîka fîlm niha wekî album derket piyaseyê. Di albumê de stranên wekî “Ey Gidi Karadeniz” (strana elêrî), “Daim Yusuf Orti” (strana gelêrî ya Hemşînê), Koyde Cenaze (Yuri Ryadchenko), Şehre İniş 1, 2 (Sumru Agiryuruyen), Zamanin Geçişi (Yuri Ryadchenko), Ayrilik (Yuri Ryadchenko), Maa Aakag Maa, Kar Yagar Karamişe (strana gelêrî), Satripialo (strana gelêrî ya gurciyan), Anne - Ogul (Ayşenur Kolivar) û Gençlik Hatiralari (Sumru Agiryuruyen) cih digirin.