Diyarname
Helbestvanê mezin Arjen Arî ji salan berê helbesta we ya bi navê "Efendîno" nivîsandiye. Niha hemû pirtûkên wî wekî setek ji Weşanên Sor derketin. Û helbesta wî ya "Efendîno" ji bo her demê bersivek e. Em niha wê stranê pêşkêşî we dikin. Fermo:
EFENDÎNO
Arjen Arî
Rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe
çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:
tenq, top, tiveng, teyare...
û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh
û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh
û jinên xwe jî esseh efendîno, zarûyên xwe jî:
hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî
û kûçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî
û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî
tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe...
hûn ê biçin
hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin
hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!
biçin: berî kuç û kevir di we werbin
biçin. berî ku dtayikên kitanspî tû bikin ser çavên we
û hêj kû agir vêneketiye j'agir:
hima niha, vê kêlîkê, ji vir
rahijin teşkên xwe
û biqeşitin ji vir, efîndîno!
hûnê biçin efendîno, hûnê biçin
berî ku hûn bisekitin se se
hima rahijin teşkên xwe
û biqeşitin!
Ji dîwana "Payîza Peyvê"