Diyarname
Kovara Tîrojê ku bi kurdî û tirkî weşanê dike di hejmara xwe ya nû de cih daye dosyaya li ser hilbijartina 7’ê pûşpera 2015’an.
Kovara Tîroj ku ev 13 sal in bê navber weşana xwe didomîne hejmara xwe ya tîrmeh û gelawêj a 75’an gihand ber destên xwendevanên xwe. Kovar ku di her hejmarê de dosyayek amade dike di vê hejmarê de neynika dosyaya xwe daye ber hilbijartina îsal û ji bo vê yekê bi gelek kesan re hevpeyvîn kiriye. Kesên ku dikarin li ser hilbijartinê biaxivin ên wekî Yuksel Genç, Umut Kivanç, İhsan Çaralan, Deniz Zerek, M.Ender Ondeş û Faik Bulut… Kovarê ji bo dosyayê bi van kesan re hevpeyvîn kiriye û mijara xwe raxistiye ber çavan. Ji van Kivanç gotiye, “Kurdên oldar êdî venagerin, AKP nikare wan êdî qezenc bike”, Zeyrek jî wisa gotiye, “Hilbijêrên kurd bi fikir ji AKP’ê dûrketin”, Bulut jî gotiye “Efsaneya ku AKP nikare bê têkbirin têkçû.”
Helbestvan Berken Bereh nivîsek li ser Seydayê Tîrêj nivîsiye û sernava “Di helbesta Seydayê Tîrêj de hezkirina welat”. Azad Zal jî meseleya “Wêjeya Kurdî, Êzdayetî û Berhemdariya Êzdiyan” girtiye dest. Nivîskar Konê Reş jî li ser “Bandora nexwendina bi zimanê zikmakî ya li ser pêşketina civaka me” nivîsiye.
Bariş Avşar, Sibel Dogan, Hakki Ozdal, Ferda Çetin, Cîhan Roj, Ferzan Şêr,Reşo Ronahî, Muge Tuzcuoglu, Behlul Zelal, Duygu Çelik, Şeyhmus Diken, Brahîm Farqînî, Tahir Şilkan, Cemil Oguz, Senar Ataman, Se’erdî, Lokman Polat, Omêd Segvan, Kelemet Çigdem Turk, İsmail Dindar, Suncem Koçer, Sezaî Sarioglu û Aytaz Araz Selçuk bi vînîsên xwe di kovarê de cih girtine.
Her wiha Eyup Turgay, Veysel Vesek, Hecî Nehsan û Tekin Çiftçi bi helbesten xwe keda xwe xistine nava vê hejmara kovarê.
Ji bo xwestinê:
tirojdergisi@gmail.com