Diyarname
Fîlmên derhêner Dervîş Zaîm li Navenda Çanda Fransiz di rojên fîlman de bê pere têne nîşandayîn.
Navenda Çanda Fransiz ji niha û pêde dê her sê mehan carekê rojên fîlman li ser derhênerekî li dar bixe. Mêvanê yekemîn ê vê çalakiyê derhêner Dervîş Zaîm e.
Dervîş Zaîm li Tirkiyeyê yek ji derhênerên girîng e. Ew di sala 1964'an de li Qibrisê hatiye dinê, Zanîngeha Bogazîçî xwendiye, li Zanîngeha Warwick a Îngilistanê xwendina xwe domandiye. Yekem fîlmê wî yê metrajdirêj "Tabutta Rovaşata" ye û wî heta niha li Tirkiye û li derveyî Tirkiyeyê gelek xelat girtin. Romana Zaim a bi navê "Ares Harikalar Diyarinda" di sala 1995'an de Xelata Yunus Nadi a Romanê girtibû.
Di çarçoveya vê çalakiyê de derhênerê ku dibe mêvan fîlmekî fransik hildibijêre û ew fîlm jî di vê çarçoveyê de tê nîşandayîn. Dervîş Zaim jî fîlmê Eric Rohmer ê bi navê "Şeva min a li Maudê" hilbijartiye û ev fîlm jî dê bêne nîşandayîn. Fîlm bê pere dikarin bêne temaşekirin.
Wekî notek: Hemû fîlmên Zaîm dê bi jêrnivîsa bi frensî bêne nîşandayîn.
Vaye rojên çalakiyê û fîlmên ku dê bêne nîşandayîn:
• 23 rezber, çarşem, 17:00
- Ma nuit chez Maud (1969, 110’)
(bi jêrnivîsa bi tirkî)
• 23 rezber, çarşem, 19:30
- Tabutta Rovaşata, (1996, 76’)
• 24 rezber, pêncşem, 19:00
- Filler ve Çimen, (2000, 115’)
• 25 rezber, în, 18:00
- Çamur, (2002, 82’)
• 25 rezber, în, 20:00
- Cenneti Beklerken, (2005, 107’)
• 26 rezber, şemî, 18:00
- Caminin etrafındaki taş saat, (belgefîlml)
• 26 rezber, şemî, 20:00
- Nokta, (2008, 107’)