Diyarname
Li 22 welatan anket hatin çêkirin ji van welatan 17 jê xwestin Barack Obama bibe serokê DYA'yê.
BBC li 22 welatan anketeke çêkir û ji wan pirsî ku hûn ji bo serokatiyê Barack Obama yan John McCain guncav dibîn? Di bersivan de ji 22 welatan 17 welatan dengê xwe ji bo Obama bikar aîn û xwest ew bibe serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
Li hemberî vê yekê jî niha di anketên li DYA'yê de bi çend pûanan McCain li pêş e.
Van 17 welatan diyar kir ku Obama bibe serok dê têkiliyên DYA'yê bi welatan re baş bibin.
Şîrketa bi navê GlobeScan ji bo vê anketê bi 23 hezar û 531 kesî re xeber da, di anketê de sedî 49 deng ji bo Obama, sedî 12 jî ji bo McCain hatin bikaranîn û ji her 4 kesan yekî di vî warî de fikreke neanî ziman.