Amed
Hamît Yildirim ê ku tê gotin ku di cinayeta nivîskarê kurd Mûsa Anter de têtik kişandiye, li Şirnexê hat binçavkirin îro ew anîn Amedê.
Kujerê Musa Anter, îtîrafkarê berê, cerdevan Hamît Yildirim ku wêneyên îtîrafkar Abdullkadîr Aygan de hate teşhîskirin li Şirnexê hate binçavkirin. Piştî kar û barên li Midûriyeta Emniyeta Şirnexê, ew şandin Amedê
Di saetên serê sibê li bajaroka Kumçati ya Şirnexê 5 wesayîtên sivîl bi giştî 10 wesayît bi ser mala Yildirim de girtin. Di serdegirtina malê de lêkolîn hate kirin û di encam de 2 çiwal belge hatin desteserkirin û Hamît Yildirim jî di encama kontrola polîsan de hate binçavkirin û Yildirim birin Amedê.
Yildirim ji roja roj de li Şirnexê dijî. Digel ku Aykan gelek caran qala wî kiribû jî heta îro kes bi ser wî de neçûbû û negirtibû bin çavan.


