Amed
Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclisa Tirkiyeyê li ser 'Girtîgeha Amedê bibe muze yan na' fikra wezaretan pirsî.
Weqfa 78'iyan salek berê ji bo Girtîgeha Amedê Bibe Muzeya Mafên Mirovan 100 hezar heb îmze berhev kiribûn û ew dabûn Meclisa Tirkiyeyê. Komîsyona Daxwaznameyan a Meclisê ev daxwaza Weqfê nirxand û li ser vê yekê nameyeke ji Serokwezîrî, Wezareta Edalet, Wezareta Parastin û Wezareta Çandê fikrên wan pirsî.
Salên borî hikumeta AKP'ê dixwest girtîgeh bê xirakirin û ji dêvla wê ve dibistan bê vekirin. BDP'ê û saziyên sivîl dixwazin Girtîgeha Amedê wisa bimîne û bibe muze.