KAMRAN SİMO HEDİLÎ
Navê Manî nêzîkî bêjeyên man, mayîn, menyî yên di zaravayên Kurdî de ye. Nêzîkî man ya zaravayên Kurmancî, Soranî û Menyî ya zaravayê Hewramanî ye. Di Hewramanî de ji berdêla peyiva man, mayîn, peyiva menyî tê gotin û navê Manî ji bêjeya manî yê tê.
Pirraniya lêkolînvanan li ser malbata Manî, dîroka ji dayîkbûna wî û li ser cihê bûyîna wî hemfikir in. Ev lêkolînvan dibêjin, Manî di 14 Nîsana 216´an de, li bajarê Mêrdînê hatiya dinyayê.
Kêm bin jî, hin lêkolînvan cihê ji dayîkbûna wî, bajarê Tîsfon nîşan didin. Ev kesên ku dibêjin Manî li Tîsfon hatiye dinyayê, cihê bûyîna wî û cihê ku ola wî pêşî lê bi pêş dikevê tevlîhev dikin. Tîsfon bajarê pêşî ye ku Manî ola xwe lê veguherandiye tevgerekê. Ew bajar e ku heta êrîşên Ereban weke kelha Manîyî dihate zanîn. Bi wêranbûna bajêr re li Rojhilata Navîn, dawî li ola Manî jî tê. Lê pirraniya lêkolînvanan dibêjin, li bajarê Mêrdînê hatiye dinyayê.
Navê bavê Manî, Patîg e û ji malbateke esilzade ya payîtexta Medan Ekbatanê (Hamadan) yê, û ji êla Xaskanî ye. Vê êlê di dema Med, Pars, Parth û Sasaniyan de gelek fermandar û şervanên hêja dana van dewlatan.
Navê dayîka Manî, Marmarcan e û ji êla Kamargan e û ji malbateke esilzadeyên Parthan e. Ev êl hê hebûna xwe li Kurdistanê dewan dike. Mamoste Ferzad Kamangar ê ku 9ê Gulana 2010 bi hevalên xwe Şêrîn Elemihûlû, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekili û Mehdi Eslamiyan re hatî darvekirin ji vê êlê ye.
Lêkolînvan îşaret pê dikin ku malbata Patîgê bavê Manî bi erka leşkerî ji bajarê Ekbatanê, hatiye bajarê Mêrdînê. Weke tê zanîn di serdema Med, Pers, Parth û Sasaniyan de gelek fermandarên leşkerî ji Ekbatanê bûn. Ekbatanî bi wêrekî û şervaniya xwe navdar bûn. Ji ber wê, cihê ku xeter lê hebane, dewletê ew dişandin wir.
Piştî ku Manî dibe 4-5 salî, bavê wî Patîgê wî bi xwe re dibê nav ola Menakade. Ev der dibê cihê ku Manî derbarê hemû zanînan de lê perwerde dibe.
Di belgeyên bawermendên Manîyî de tê gotin ku Patîg, kurê xwe di temenekî biçûk de, bi xwe re dibe û li gorî baweriya xwe, wî perwerde dike. Dibêjin, bavê Manî bi xwe jî, yek ji wan kesan bû ku di olan de reform dixwest. Bi vê nêrîna xwe ya li olan, pêşengî ji kurê xwe re kiriye. Ew fêrî dîrok, ol û çandên kevin kirine.
Manî salên xwe yên zaroktî û ciwantiyê bi fêrbûna olan û fêrbûna şêwekariyê derbas dike. Patîg, olên ku hene û olên ku çûne hemûyan bi Manî dide nasandin. Ev perwerde dibe sedem ku Manî bawerkirina ji rabirdû di nav yazdeh hîmên ola xwe de dike ya duyem.
Ola ku Manî di nav de mezin dibe, oleke gelekî balkêş e. Bawermendên ola Menakade goşt naxwin, şerabê venaxwin, nazewicin û ji cilên spî pê ve ti cilên rengîn li xwe nakin. Li gorî baweriya ola Menakade tiştên ku destên jinan lê bikevin, dilewitîn. Ew tişta xwaribin, nayê xwarin û ya vexwaribin nayê vexwarin, heta pêwîst e ku dest li wan nekevê. Pincar û fêkiyên ku navê wan mê bê, divê newine çandin û newine firotin. Manî di nav vê olê de ku jinan sedemê hemû xirabiyan dibîne, mezin dibe.
Li bîst û çar saliya xwe ji nav wargehê Menakade derdikeve û dest bi xebata xwe ya olî dike. Bawernendên Manî dibêjin, berî ku Manî ji nav Menakade derkevê, cilên spî ji xwe dike û cilên rengereng li xwe dike. Patîg pêşî wî bi wan cilan dibînê û jê dipirsê, “te çima ev cil li xwe kirine?” Manî dibêje, “jiyan ne weke ku li vir tê gotin, hin mêr paqijin û mêrên din û hemû jin qirêj in. An jî weke tê gotin hin tişt qirêj in û hin paqij in. Hin tiştên ku li vir ji ber ku navê wan mê ye qirêjî têne hesibandin, li cihekî din navê wan nêr e. Qirêj ne di mê û paqijî jî ne di nêran de ye. Tiştekî tam paqij û tam qirêj nîne. Di her tiştî de ronî û tarî heye.
Jiyan ne tenê rengê hevînê ye. Jiyan weke bihar, havîn, payîz û zivistanê ye. Ji bona wê min cilên ku rengê hemû demsalan di wan de bin, li xwe kirin.”
Serpêhatiya Manî wê dewam bike
kamransimo@hotmail.com
08.07.2017, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Nivîsa berî vê: