Diyarname
Freedom House (Mala Azadiyan) a ku navenda wê li Washingtonê ye rapora "Azadiya Çapemeniyê ya 2017'an" eşkere kir. Li gor raporê di warê azadiya çapemeniyê de Tirkiye li Ewropayê di rêza herî dawî de ye û li dinyayê jî di rêza 163'yan de ye.
Freedom House li dinyayê li ser azadiya çapemeniyê xebatê dike û raporan amade dike. Îsal jî rapora xwe eşkere kir. Welatê reqema "0" bide azadiya çapemenî lê baş e û welatê 100 bide herî xirab e. Rêzeyê wisa çêdike. Li gor vê rêzeyê Tirkiye bi 76 pûanan li dinyayê bûye 163'yemîn. Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de li Ewropayê jî bûye 42'yemîn, yanê di rêza herî dawî de ye. Angol û Myanmar di rêzên 159 û 160'yan de ku berî Tirkiyeyê ne. Dîsa welatên Çad û Zimbabne jî di rêzên 161 û 162'yan de ne.
Di raporê de welat li gor kategoriyên wekî "azad", "hinek azad" û "ne azad" jî hatine belavkirin û Tirkiye di nav koma "ne azad" de hatiye bi cih kirin.