KAMRAN SİMO HEDİLÎ
Ji pêxemberên rojhilat û ji pêxemberên ku îro bûne ên rojava di nav hemû pêxemberan de yê xwediyê nêrînên cuda Manî ye.
Pêxemberên din bi pirranî dişibiyan hev. Kêm zêde nêrîna wan a li ol û baweriya gelên din wekî hev e. Hemû dibêjin, "dema pêxember û olên din çû! Tiştên ku hûn jê bawer dikin ne rast e, dema min û ola min e." Bi van gotinan dara çand û baweriya gelan ji binî ve dibirin. Peyveke wisa di pirtûkên pîroz ên gelek pêxemberan de heye: "Ji bo hûn nasnameya xwe ya nû bibînin, pêwîst e ku hûn nasnameya xwe ya kevin winda bikin." Yanî dev ji rabirdûya xwe berdin û ola nû bipejirînin. Ev jî mirovan ji çand, ol û dîroka kevin dûr dike. Gel şevekorî dibin, ol û çanda nû zû nas nakin. Nikarin li ol û çanda xwe ya kevin jî xwedî derkevin. Ev pêxember dibin sedem ku gel di nav zanîn û nezanînê de biçin û bên. Wer li gelan tê ku şerm bikin li ol û çanda xwe ya kevin xwedî derkevin. Heta gel dev ji navên xwe û dîroka xwe berdidin.
Bi tenê Manî dixwaze mizgeftekê çêke ku bawermendên olên din jî werin di mizgefta wî de îbadeta xwe bikin.
Li pêşberî hemû astengiyên naxweş û nefreta oldarên olên din, ew her bi xweşbîniyê li wan dinêre. Hewl dide ku nefreta wan veguherînê hezkirinê. Bi awirên hunermendekî li wan dinêre û wan vedixwîne nav mala hezkirinê.
Bi qasî ku Manî pêxember e, ew di heman demê de hunermend û ji şêwekarên yekem e jî. Ez bawer dikim ku Manî, ne li erdnîgara Kurdistana îro lê li cihekî din ê cîhanê bihata dinyayê, dê wekî danêrê akadamiya ciwankarî bihata zanîn. Li gor baweriya Manî, dîn û huner ji yek kaniyê dizên. Ev kanî jî, kaniya ji tiştên hevpar ên mirovan e. Koçberî, bêrîkirina welat, êş, evîn, serketin û têkçûn e, bextewarî û şînên mirovan e.
Li gorî baweriya Manî, huner ne tenê ew tişt e ku cih û mekanan xweşik dike. Ne tenê amûra xweşikkirinê û ew amûr e ku mirovan bide giriyandinê. Erka huner ji van tiştan hemûyan mezintir e. Huner kevoka ku nameyên sirran ji kelhekê dibê kelha din e û eşkerekirina sirrên veşartî ye. Hunermendiya Manî, ew kiriye pêxemberê aştiyê. Wî bawerî bi yekgirtina olan anîye û pêwîst dibîne ku oldar bi hev re kar bikin, da karibin problemên heyî çaraser bikin.
Manî dibêje, "Ezê mizgeftekê çêkim, bila hemû oldarên olên din jî, bi oldarê ola min re werin lê nimêj bikin." Derbarê vê nêrîna wî de, pir zimanzanan, hunerzanan, civaknasan û olnasan lêkolîn kirine û hemû li ser vê yekê digihin fikirekî hevbeş. "Manî yekîtiya giyanê hezkirinê, bizava daxwaza hevgirtin û hevkariya mirovan e."
Manî li ser hezkirinê wisa dibêje, "Bêyî li baweriya mirovan a olî binêrin, bêyî li jiyana mirovan a hejarî yan dewlemendî binêrin û bêyî li nijada mirovan binêrin, divê mirov ji hev hez bikin…"
Nivîsa min a bê jî wê li ser jiyana Manî pêxember be.
kamransimo@hotmail.com
01.07.2017, Yenî Ozgur Polîtîka