Diyarname
Lîstikvanê navdar ê Barselonayê Lionel Messi ligel hevala xwe ya zarokatiyê, diya zarokên xwe Antonella Rocuzzo li bajarê Rosaria ya Arjantînê zewicî.
Ji bo dawetê mesarimek mezin hat çêkirin û piraniya hevalên Messi yên tîmê li dawetê bûn. Ji Carlos Puyol heta Xavi, heta Eto gelek hevalên wî li dawetê amede bûn.
Messi (30 salî) kincên ku dîzaynkarê arjantînî Claudio Cosano çêkiribû li xwe kirin. Di daweta Messi de bikaranîna telefona destan hat qedexekirin. Daweta wan li Spanyayê wekî "Daweta Salê" hat bi navkirin. Ji bo mêvan bêne dawetê 260 jetên taybet hatin bikaranîn.
Di dawetê de li dor 150 rojnameger hebûn ku şopandin. Saziyên wekî Reuters, AFP, AP ji dawetê foto pêşkêşî dinyayê kirin.
Messi û Antonella Rocuzzo ku ji zû de ye bi hev re ne du zarokên wan hene. Di sala 2012'yan de Thiago û di sala 2015'an de jî zarokê wan Benjamin hatibû dinê.
Ji bo fotoyan:
- GALERÎ: FOTOYÊN JI DAWETA MESSÎ


