Ji bo herin Cizîrê û birîndaran bînin heyet îro kete rê. Heyet ji Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek, mebûsên HDP'ê Celal Dogan, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Îdrîs Baluken, Dîrayet Dîlan Taşdemir û Mithat Sancar pêk tê. Ligel heyetê komek tendirustvan jî amade ne. Li ser sînorê Şirnex Mêrdînê hêzên dewleta Tirkiyeyê pêşî li wan girt.
Baluken ji Twitterê nivîsî: "Hikumeta AKP'ê ku nahêle em herin Cizîrê dÎke çi veşêre? Dixwaze serê kîjan sûcê ku kiriye veşêre? Destûrnedana heyetê ji bo çûyîna Cizîrê tê wê wateyê ku ew mirov bimirin. Gunehek mezin e, dê nikaribin hesabê bidin...'