Diyarname
Serdema destpêkirina beşdariya 2'yemîn Festîvala Fîlman a Kurt û Kurmancî dest pê dike. Fîlmên yek deqîqeyî têne qebûlkirin.
Tor û Banos Film Production îsal duyemîn car festîvalê dide dest pê kirin. Fîlmên yek deqîqeyî dikarin beşdarî festîvalê bibin. Dema serîlêdanê 4'ê gulanê dest pê dike û heta 10'ê cotmeha/kewçêra 2023'yan dê bidome, di vê çarçoveyê de yên bixwazin dikarin berhemên xwe bihgihînin ber destên amadekaran. Yên bixwazin dikarin bi ser tor.banos.film@gmail.com re kurtafîlmên xwe bişînin ber destên amadekaran.
MIJARA SEREKE
Par mijara sereke ya festîvalê ziman bû, îsal "Jin" e û kurtefîlmên ku bêne kişandin û şandin divê li ser vê mijarê bin. Xelatên îsal dê li ser navê Jîna Amînî, Evîn Goyî û Garîbe Gezer werin dayîn û ji bo her xelatê dê 500 euro bê dayîn.
"JIN, JIYAN, AZADÎ"
Reveberê festîvalê û xwediyê Tor Film Production Ferat Kevir diyar kir ku wan ji bo îsal diruşmeya "Jin, jiyan, azadî" neqandiye û mijara filmên beşdar jî dê bi berxwedana jinê ve girêdayî be.
ENDAMÊN JIRUYÊ JIN IN
Ferat Kevir da zanîn ku ji nav filmên hatine şandin, ew ê 3 filmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin wan. Kevir wisa got, "Filmên ku hatine wê îsal ji aliyê juriyê ve bên nirxandin û xelatkirin. Pergala me ya îsal bi dengdayîna juriyê wê pêk were. Wê endamên juriyê jî bi temamî jin bin. Kurt û kurmancî festîvala me ya îsal wê bi her awayî rengê jinê derxe holê û biparêze."


