Amed
Li Parka Newrozê ya Amedê ku mîlyonek kes gihîşt hev, kurdan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane daxwazên xwe anîn ziman. Di Newrozê de dîmenên rengîn derketin pêş.
Di Newroza Amedê de ji 7 salî heta 70 salî her kesî cilên neteweyî li xwe kir. Vane hin not:
* Gel bi otobusên şaredariyê yên "Newroz Pîroz be" çûn qada pîrozbahiyê.
* Welatiyên ku çûn qada Newrozê bi rengên kesk sor û zer ên bi camên wesayitan ve kiri, her der bi rengê kesk, sor û zer xemilandin.
* Welatiyên ku çûn qada Newrozê di 4 nokteyên lêgerinê re derbas bûn. Hin welatî jî di nava zeviyan re çûn qada pîrozbahiyê. Polîsan di nokteyên lêgerînê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê desteser kirin.
* Ji bilî wesayitên Komiteya Amadekar a Newrozê bi hezaran wesatiyên taybet herikîn qada Newrozê û trafîk xitimî.
* Bê navber ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diruşmeyên azadiyê hatin berzkirin. Herî zêde dowîz, pankart û posterên girêdayî Ocalan derketin pêş.
* Ji bo agirê Newrozê 6 ton êzîng hatin şewitandin.
* Li qada platforma çapemeniyê îzdîham derket. Gelek heyetên biyanî û tirk Newroz şopandin. Newroz bi weşana zindî hate şopandin.
* Li qadê bê navber diruşmeya "Ji bo jiyaneke bi rûmet an azadî an azadî" hate berzkirin.
* Di pîrozbahiyê de herî zêde slogana "Ji bo jiyaneke bi rûmet an azadî an azadî" û posterên Rêberhê PKK'ê Abdullah Ocalan derketin pêş.
* Herî zêde jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên rengîn li xwe kiribûn derketin pêş. Qada Newrozê bi rengê kesk, sor û zer keskasor hate xemilandin.
* Girse ji ber ku di qada Newrozê de hilnehat, li nava zeviyên ceh û genim ên derdorê belav bûn.
* Li qada pîrozbahiyê posterên mezin ên Mustafa Malçok, Cîhan Denîz, Husnu Ablay, Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan û Şîrîn Elem Hulî û Huseyîn Xizrî hatin daliqandin.
* Li ser dîwarê dikê pankarta mezin a "Neteweya demokratik, komara demokratik, xweseriya demokratik" hate daliqandin.
* Bi dehan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê li qadê hatin gerandin.
* Li qadê gelek posterên mezin ên Ocalan hatin daliqandin. Li aliyekî qadê posterek gelek mezin ê Ocalan û aliyekî qadê jî ala PKK'ê hate daliqandin.
* Dema ku helîkopter derbas dibûn girseyê li dijî hikûmeta AKP'ê û Tayîp Erdogan slogan berz kirin.
* Ji ber ku her sal gelek zarok di Newrozê de winda dibin cihê "Zarokên Winda" û "Tiştên Winda" hate amadekirin.
* Odeya Tabîban a Amedê konên tendûrîstiyê vedan.
* Gelek kesan bi cil û montên xwe agir geş kirin.
* Di pîrozbahiyê de herî zêde firoşkarên seyar ên li derdora qada mitîngê cihê xwe girtine westiyan.
* Firoşkaran herî zêde Cîgera Amedê firot.
* Nêzî nîvro, bêdengî li navenda Amedê serdest bû.
* Hevjînên ji Eskîşehîr, Enqere, Îzmîr û Stenbolê hatine tevli Newrozê bûn û piştgirî dan kurdan.
* Posterên sazumankarê TKP-ML'yê Îbrahîm Kaypakkayê ku li Amedê bi îşkenceyê hatibû kuştin jî hat hilgirtin.
* Dema ku peyama Ocalan hate xwendin gelek kes giriya.
* Hin fîrmayên avahîsaziyê li ser avahiyên xwe yên nêzî qada Newrozê pankartên mezîn yên "Newroz pîroz be" daliqandin.
* Ji bo piştgiriyê pênûsên ku li ser wan "Newroz pîroz be" hatibû nivîsandin stand hatin vekirin.
* Bi hezaran kesan xwest bi telefonên xwe ve dîmenên Newroza dîrokê bikişînin. Dîsa li qadê ji ber bikaranîna telefonan, xetên telafonê nekişand. Operatorên wekî turkcell û vodafonê li ser mînîbusan stasyonên seyar ên bazê avakirin.
* Extiyaran hem axaftin guhdar kirin hem jî seyrana xwe pêk anîn.
* Di dema nimêjê de li ser kartonan nimej kirin.
Nûçe: DÎHA
Foto: Omer Dilsoz


