logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Belgeyên Newşîrvan Mistefa

  • Dîrok: 24/05/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

NECÎBE QEREDAXÎ

Di 19’ê Gulana 2017’an de Newşîrwan Mistefa, Serokê Tevgera Gorranê, siyaetmevan û wêjevan di 73 saliya xwe de wefat kir. Ji vî temenî, 53 sal bi awayekî çalak li Başûrê Kurdistanê di nav têkoşîna  çekdarî û sivîl de bihurandin. Wî ji salên 60’î ve dest bi têkoşîna li hember Baasê kiribû û piştî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê herî kêm di van 10 salên dawî de yek ji muxalifên herî gîrîng ê li Başûr bû. Bi awayekî din mirov dikare bibêje ne tenê li hember siyaseta Bexdayê lê belê di salên piştî 90’î û bi taybetî bi avabûna federalîya Başûrê Kûrdistanê re jî dixwest sîstem, siyaset, destûr, têkiliya Kurdan a bi Bexdayê re ne li ser bingeha malbatî, eşîretî lê li ser sazîbûnê werê avakirin.

Wî di ciwantiya xwe de di nav PDK’ê de dest bi siyasetê kir û zanista siyasî li Bexdayê qedand. Piştre jî ji PDK veqetiya û li gel Ibrahîm Ehmed bi fîgurê herî bi hêz ê avakar ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di damezrandina wê de cih girt. Bêguman rola wî ya di serhildanên Başûrê Kurdistanê de tê zanîn. Li gel vê yekê piştî sala 2003’yan di nivîsandina destûra qanûnî ya Iraqê de roleke sereke girte ser xwe. Ew di heman demê de hevalê herî baş ê Celal Talebanî bû ku bixwe yek ji damezrênerên YNK´ê yê sereke ye, lê her tim bi awayekî mixalif bû di nav YNK’ê de jî.

Li gel rola xwe ya di siyasetê de Newşîrvan zêdetirî 20 pirtûkan li pey xwe hiştin ku li ser dîrok, siyaseta Başûr, girîngiya av û çavkaniyên xwezayî û bibîranîn xwe yên di têkoşîna dirêj de bûne. Her wiha li ser bûyerên girîng ên di demên şoreşê de, name û belgeyên veşartî jî dikirin belge û arşîv dikirin. Di van salên dawî de Newşîrvan ev belgeyên xwe bi raya giştî re parve dikirin da ku dîroka şoreşa Başûr tenê ji bo berjewendiyên malbatekê neyên bikaranîn. Yek ji van belgeyan jî li ser encamên hilbijartin û mijara serokatiya herêmê bû. Di bîranîneke xwe de wiha behsa vê yekê kiribû: “Piştî yekemîn hilbijartina sala 1992’yan dema encam bi ferqeke kêm ku tenê % 2 PDK li pêş me bû, min pêşniyaz kir ku em bibin mixalefet û bila PDK bi serê xwe hikûmetê ava bike.” Lê wê demê ji aliyê hin hevalên wî yên herî nêzîkî wî, ev daxwaz nehat qebûlkirin. Li gorî wî parvekirina desthilatdarîya % 50 bi PDK´ê re şaştîyek e, ji wê demê û pê ve êdî Başûr her wekî du herêmên ji hev cuda ma û di nava nakokiyan de hate birêvebirin û pêvajoya bi desthilata xurt hate astengkirin.

Di belgeyeke din de li ser helwêsta PDK´ê ya ji bo serokatiyê dibêjê, “Piştî encama hilbijartinê me sê pêşnîyaz birin ji bo PDK´ê ku li ser werê lihevkirin. Lê Mesûd Barzanî her sê pêşniyaz jî red kirin.” Ji ber van jî her di nava wî û PDK’ê de gengeşeyek hebû. Mixalefeta li hemberî PDK’ê heta dema wefata wî jî diyar bû ku hin kadroyên PDK´ê çiqasî aciz bûne û wî jî bi sekna xwe ew çiqas tengezar kirine. Newşîrvan di sala 2007’an de sekna xwe ya mixalif bi sazî kir. Wî bi avakirina şirketa çapemenî û saziyên ragihandinê û piştre jî bi avakirina Tevgera Gorranê siyaseta xwe bi gewde kir.  Ew bi jiyana xwe ya siyasî bi hin taybetmendiyan dihat naskirin û heya roja ku wefat kir jî hat gotin ku ji bo şexsê xwe ne xwedî milk û mal e, û jîyaneke sade pejirandiye. Ev sekna wî ji bo hêzên desthilatdar bû mijara êriş hem bi rêya çekan û hem jî bi avêtina alîgir, serokê perlemanê û wezîrên wan ji kabîneya Hikûmetê. Bêguman cihê rexneyê jî heye her çendî kêm bin jî di jiyana wî de. Lê girîng e ji bo dîrokê bimîne û winda nebe ku wî bê dudilî ber bi armancên xwe gav avêtin û avakirina siyaseteke derveyî partiyên desthilatdar, ji bo kesên ku êdî ji PDK û YNK´ê bêzar bûne. Her wiha piştgiriya Newşîrvan ya ji bo destketiyên Bakur û Rojava jî diyar bû.

Niha li ser siyaseta Tevgera Gorran ya piştî Newşîrwan bi awayekî berfireh nîqaş têne kirin. Çiqasî ev karekî asayî be jî ji ber kesayetiya wî lê hin tiştên ku bibin mijara rexneyê jî hene û divê kurrtir bên nîqaşkirin, bawer dikim ku di demên pêş de ev yek wê zelaltir were kirin.

Xaleke girîng e ku divê mirov behsa wê yekê jî bike ku diviyabû ji bo kesekî 53 salan di têkoşîna welatê xwe de bênavber cih girtî, piştî ku wefat kir, ji bo rêzê li gel kêmasî û başiyên wî ji aliyê hikûmeta Başûr a ji aliyê PDK’ê ve hatiye kontrolkirin, 3 rojan şîn hatiba îlankirin. Her wiha di asta hikûmetê de serdana şînê hatiba kirin. Lê nebû. Vê yekê diyar kir ku wê di siberojê de gengeşeyên li herêmê kûrtir bibin. Tevgera Gorran ya di dema Newşîrvan de baş dizanîbû ku bandora liv û tevgereke şoreşgerî dikare demokratîkkirina Başûr hêsantir bike lewma carinan bi bêdengî û carinan jî bi deng alîgirên wê bi hev re kar kirine.

Newşîrvan Mistefa yek ji wan kesan bû ku di salên dawî de ji lîstikên PDK´ê baş fêhm kiribû, ji bo vê jî destek nedida vê siyasetê. Ji ber wê ye ku peyama herî dawî ya Gorranê li Hewlêrê ew bû ku divê pêşiya siyaseta PDK´ê were girtin. Pirs ew e ka wefata Newşîrvan Mistefa gelo dikare wekî wesîleyeke baş were nirxandin ji bo ji nû ve avakirina bereyeke demokratîk li Başûrê Kûrdistanê?

Mirov dikarê ji hemû peyamên hêz û partîyên siyasî wate û analîzên cuda derxe. Lê bawer dikim ya herî bi wate peyama KCK’ê bû ku dibêjê, “em ê xwedî li xewn û armancên Newşîrvan Mistefa derkevin û pêk bînin”.

necibeqeredaxi@gmail.com
23.05.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê me guhart, di orjînala nivîsê de ne ev bû.

***

Hin nûçeyên eleqedar:

- Newşîrvan Mistefa hat oxirkirin 

- Hin gotinên Newşîrvan Mistefa 

- Serokê Tevgera Goran Mistefa wefat kir

 - Hemû partî li aliyekî, PDK li aliyekî…

- Mistefa ji ENKS`ê xwest piştgiriya destkeftiyên Rojava bike

- Nêşîrwan Mistefa Rêveberiyên Rojava silav kir 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Omegle piştî 14 salan kilît li deriyên xwe da

ad

BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ AZADÎ PÊKAN E

ad

Aykut Kocaman: Min nedixwest em wisa tûrê derbas bikin

ad

Gerînendeyê Nûbiharê Çevîk: Ev der mala we ye jî

ad

Zelandaya Nû ala xwe neguhart!

ad

Nivîskar Murat Ozer mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname