SILÊMANIYÊ
Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Nêşîrwan Mistefa destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê erênî nirxandin û ji Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwest ku pirştgiriya van destkeftiyan bike.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Nêşîrwan Mistefa îro li bajarê Silêmaniyê bi hinek partiyên ENKS`ê re hevtînek pêk anî. Li gor hin navendên çapemeniyê yên Başûrê Kuridistanê Mistefa di hevdîtinê de ji şandeya ENKS`ê xwestiye ku ji rewşa heyî sûd werbigrin û nakokiyên navxweyî çareser bikin. Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Nêşîrwan Mistefa di hevdîtinan de destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê erênî nirxandine û ji ENKS`ê xwestiye ku pirştgiriya van destkeftiyan bike.