• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

‘Rê’ bê Kurdistan nabe

Dîrok : 22 05 2017 | Beþ :

Serbest

Alî Guler

“Fîlma Suru (Kerî) di dîroka gelê Kurd de ye. Lê di fîlmê de min zimanê Kurdî jî bi kar neanî. Heke me Kurdî bi kar bianiya, her kesa ku di fîlmê de lîst, wê bixistina girtîgehê. Yol (Rê) jî her çendî montaja wê li Ewrûpayê hatibe çêkirin jî min nekarî bikim Kurdî”
Xwediyê van gotinan Yilmaz Guney e. Wî sala 1983’an, ji rojnemevanê Fransî Chrîs Kutschera re ev gotin bi lêv kirin.
Guney,  fîlma ‘Yol’ ku honaka wê li Ewrûpayê danî, hewl da ku bi motîfan bike Kurdî. Bi taybetî ji bo vê jî di destpêka fîlmê de bi tîpên mezin navê Kurdistanê nivîsî.
Li gel van gotinên Guney jî fîlma ‘Yol’ bi hemû hêlên xwe bû yek ji wan fîlman ku drama Kurdan vegot û wiha derbasî dîroka sînamayê bû. Fîlm hem bi hêla xwe ya polîtîk, hem bi çîroka xwe û bi estetîka xwe ya sînemaya berhemeke serketî ye. Ji ber ku fîlm li Tirkiyeyê qedexe bû, bi dizîka derxistine Ewrûpayê, li vir honaka wê hate danîn û kete Festîvala Fîlman a Cannesê. Fîlm li wê derê, 1982’an li gel fîlma Costa Gavras Winda (Missing) xelata ‘’Palmiyeya Zêrîn’’ stand.
Di pêvajoya festîvalê de Yilmaz Guney zedê nedihat dîtin. Ji ber kû Înterpol li wî digeriya û zêde li ber çav bûn, xeter bû. Þeva merasîma xelatê ya festîvalê Yilmaz Guney derket meydanê. Edî ew kesekî xwedî xelata Cannesê û naskirî bû.

‘Rê’ya Yilmaz Guney ev 35 sal in li Tirkiyê qedexe ye
Yilmaz Guney li cîhanê hemûyî dihat naskirin û hêdî hêdî efsaneya navê belav dibû. Lê hem li ser fîlmê hem jî li ser Yilmaz Guney qedexekirinê dewam dikir. Vê heta mirina Yilmaz Guney dewam kir. Ji ber van qedexekirinan, piþtî wefata xwe jî, Yilmaz Guney li Parîsê hat veþartin. Piþti Guney jî vê qedexeyê dewam kir. Heta sala 1999’an. Paþê fîlm ji hêla Fatoþ Guney ve hat nûjenkirin, hin sahne jê hatin derêxistin, bi halê 1 saet û 49 deqeyan kete vîzyonê. Ji van sahneyan yek jê jî ew sahne bû ku navê Kurdistanê dihat nîþandan ku di versiyona Cannesê ya 1982’an de hebû û rasterast Yilmaz Guney ev sahne lê zêde kiribû. Ev 35 sal in halê orjînal ê fîlmê li Tirkiyeyê qedexe ye.
Li vir niyeta me ne ew e ku bi dirêjî em behsa çîroka fîlma Yol bikin. Teqeze ku her kes di jiyana xwe de carekê li vî filmî nihêriye yan jî kêm zêde serpêhatiya wê bihîstiye. Fîlma Yol bi navê ‘’Yol-The Full Version’’ li Festîvala Fîlman a Cannesê ya  70’yî, di beþa ‘’Cannes Calassîc’ de hat nîþandan.

Li piþt vê operasyonê kî heye?
Versîyona nû ya fîlmê ji hêla çêkerê Swîsreyî Donat Keusch ve hatiye hazirkirin. Bi hin guherînên reng, deng bi versîyona 1 saet û 56 deqeyan li salona 79’an a Cannes Bunuelê hate nîþandan. Li gorî fîlmên din ên klasîk hema hema salon tijî bû. Bi versîyona nû nîþandana fîlm rê li ber pirsan vekir, bi taybetî jî mirov þaþ dimîne ku organîzasyoneke mezin a mîna Festîvala Fîlman Cannesê çawa kariye tiþtekî wiha bike.
Donat Keusch beriya fîlm bête nîþandan axivî û got, fîlma Yol, fîlma Kurd-Tirk e û li Swîsreyê hatiye çêkirin û got, “Fîlm sala 1982’yan li Cannesê 25 deqeyên beþên wê yê zêde jê hatin birin. Piþtî 35 salan ez lê fikirîm ku fîlmê restore bikim” û bi vî rengî jî mebesta xwe vegot.
Lê pirs bi mirov re çêdibin bê ka Keusch bi kîjan mebestê fîlm montaj kiriye û projeyeke wiha kiriye. Ji ber ku hin dîmen û axaftin ku di fîlm de hatine bikaranîn rasterast ji hêla Yilmaz Guney ve jê hatibûn derxistin. Bi taybetî jî hin sahneyên Suleyman, bavê mafya yê Edeneyî hene ku di fîlmê de karekterê 6’ê ye û ji hêla Yilmaz Guney ve, ji bo ku li honakê nehatiye jê hatiye avêtin. Çend sahneyên qumar, fihûþ û têkiliyên mafyayê yên çend deqîqeyan dewam dikin li fîlm hatine zêdekirin, ji bilî vê tiþtekî nû di fîlmê de nîne.

Keusch di hembêza gemarî ya dewleta Tirk de ye?
Bi honakê hatiye lîstin, bi dengên nû, bi honaka Yilmaz Guney a 1982’an hatiye lîstin. Îcar fîlm bi vêrsiyona navê nûkirinê ji nû ve bikeve pîyasê. Dema nîþandanê Donat Keusch di axaftina xwe de bi awayekî germ spasiya perpirsyarên wezareta Tirkiyeyê kir û ew jî li salonê rûniþtibûn. Paþê bi hev re derketin. Bi rastî jî piþtî vê tabloyê, mirov ji xwe dipirse, gelo Donat Keusch dixwaze li ser vê fîlmê bazirganiyê bike? Ji bo derxistina nivîsa Kurdistanê ji fîlmê, gelo rayaderên Tirk çi dan Donat Keusch? Yan na, ev operasyoneke wendakirina orîjînala fîlmê ye. Ji ber ku mafê fîlmê di deste Donat Keusch de ye. Ji vir û bi þûn ve li her derê ev versiyon dê were nîþandan. Ev jî tê maneya wenda kirina fîlma ‘Rê-Yol’a orjînal. Gelo li piþt vê operasyonê kî heye?
Lê mirov fêhm  nake ka Komîteya Festîvala Filman a Cannesê piþtî 35 salan çawa versiyoneke li ser orjînala wê hatiye lîstîn, qebûl kiriye. Divê bersiva vê pirsê were dayîn. Rast e, Cannes her sal beþek jî fîlmên klasîk nîþan dide. Lê ne bi vî awayî… 

‘Rê’ bi Kurdistanê xelat wergirt
Yilmaz Guney bi zanîn û bi armanc nivîsa Kurdistanê xist nava fîlmê. Ji bilî vî navî stranên Kurdî hinek jî axaftinên navberê yên xwezayê jî lê zede kirin. Armanca Guney, fîlma di bin þert û mercên qedexekirî û zehmet de dîmenên wê hatibûn girtin, li Ewrûpayê bi vê rê rengê Kurdî lê bar bike û fîlmê bike berhemeke Kurdî û bi vî awayî li qada navneteweyî were belavkirin. Yilmaz Guney li biryara xwe xwedî derket û ji bo nîþandana Cannesê jî þertê eger, “Nivîsa Kurdistanê were derxistin, ez ê fîlma xwe vekiþînim” got. Bi helwêsta xwe fîlm da nîþandan û xelat wergirt. ‘Rê-Yol’ a xwedî Palmiya Zêrîn bi Kurdistan e. Ya Yilmaz Guney û orjînal jî ev e. Ji bilî vê ‘Rê-Yol’ a din ne ya Yilmaz Guney e û li ser hatiye lîstin.
Rastî û çîroka fîlmê, çûyîn û girtina xelata Cannesê ewxas zelal û li ber çav e. Ji terefê her kesî ve jî tê zanîn.
Lê çêkerê fîlmê Donat Keusch, di hinek îdîayên cuda tîne pêþ. Ew dibêje, fîlma Yilmaz Guney a orjînal ev e. Piþtî 33 saliya mirina Yilmaz Guney îdîayek bi vî rengî gelo çiqasî ezlaqî ye. Ev jî mijareke din e û bersiva vê jî Donat Keusch û raya giþtî bila bide.
Piþtî nîþandana fîlmê, li ser pirsa “Çima nivîsa Kurdistanê hate derxistin?” Keusch got, “Halê orjînal ê fîlmê ev e. Min ji Yilmaz Guney pirsî, wî jî wiha got.” Ev ne bersiveke di cîh de ye gerek Donat Keusch, bersiva vê pirsê bide.
Fatoþ Guney jî li dijî van guhertinan dertê. Þerê wê û Donat Keusch jî li ser mafê fîlmê ye. Ew me elaqedar nake, lê em ji bîr mekin, sala 1999´an dema fîlm li Tirkiyeyê ket vîzyonê, wê demê fîlm hatibû sansurkirin û nivîsa Kurdistanê jê hatibû derxistin. Heman tiþt îro jî dewam dike. Lê Kurd û hezkerên Yilmaz Guney, bi hizra min wê elaqeyê nîþan vê fîlmê nedin. Ji bo wan yek ‘Rê-Yol’ heye, ew jî ya Yilmaz Guney a bi Kurdistan e.

aliguler1926@gmail.com
22.05.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Hûn dikarin li van jî binêrin

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip...

22 06 2022

Eþq û êþên Kurdistanê di

Eþq û êþên Kurdistanê di

20 06 2022

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish...

14 06 2022

Mêrê Zivistanê

Mêrê Zivistanê

04 06 2022

Ev jî hene

Ma Þêx Seîdî bi hurmet anê vîrê xo

Ma Þêx Seîdî bi hurmet anê vîrê xo

29 06 2008

Þevên Tewirandî

Þevên Tewirandî

13 12 2008

Angelopoulos, mij û kurd

Angelopoulos, mij û kurd

30 04 2019

Jin dikarin xwe biparêzin

Jin dikarin xwe biparêzin

25 11 2020

Bûka Ecem, Xwesûya Kurd

Bûka Ecem, Xwesûya Kurd

27 03 2022

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilþêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname