Diyarname
Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat (GGC) êrîşên ku li Geverê li hemberî rojnamegeran pêk hat şermezar kir.
Li Geverê di merasima cenazeya Îkbal Yaşar ku di Newrozê de hate kuştin de polîsan êrîşê rojnamegeran jî kir. GGC ku navenda wê li Amedê ye li ser vêyekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa li hemberî rojnamegeran a li Geverê şermezar kir.
GGC'ê ragihand ku ev êrîşa li hemberî rojnamegerên ku tekane karê wan ragihandina agahiyan a ji bo raya giştî ye em wekî êrîşeke li hemberî azadiya çapemeniyê dibînin.