Diyarname
Diyarbekirspor di maça xwe ya vê hefteye de bû mêvanê Sêwasê. Mêvan bi mêvantiya xwe nezanî û bi 0-2'yê bi ser ket.
Diyarbekirspor digel ku tîmeke nû ye, gelek lîstikvanên wî nû ne û hê nebûye tîmeke xurt jî encamên baş bi dest dixe. Diyarbekirspor vê hefteyê reqîbê Sêwas sporê bû ku Sêwas spor par di lîgê de tîma duyemîn bû. Diyarbekirsporê vê hefteyê li sehaya Sêwasê bi tîma Sêwasê re lîst û bi 2-0 bi ser ket.
Di deqîqeya 5'an de ji Sêwasê futbolkar Cihan gol avêt keleha xwe û Diyarbekir spor bi 1-0 derket pêş. Nîveka yekem a maçê bi vê encamê bi dawî bû û di nîveka duyem de di deqîqeya 90 de Mendoza goleke din avêt û Diyarbekirspor bi 2-0 bi ser ket.
Di hefteya çarem de bBi vê encamê Diyarbekirsporê pûanên xwe derxistin 7'an û niha di rêza 4'an de cih digire.
Kunyeya maçê:
Stat: 4 Eylul
Hakêm: Yunus Yildirim, Serkan Akarca, Mustafa İspiroglu
Sivasspor: Akin, Abdurrahman (Dq. 58 Murat Sozgelmez), Yasin, Sedat, Hayrettin, Onur, Cihan (Dq. 46 Musa), Kadir, Erman, Kamanan, Ersen Martin (Dk. 3q Agbetu)
Diyarbekirspor: Espinoza, Adnan, Ümit, Amir Azmy, Tolga, Basem Abbas (Dq. 77 Eren), Ayman, Barış (Dq. 51 Erdal), Şener, Tazameta (Dk. 79 İbrahim Ulum), Mendoza
Gol: Dq. 5 Cihan (avêt keleha xwe), Dq. 90 Mendoza (Diyarbekirspor)


