Diyarname
Li Koreya Başûr jî hilbijartin hebû û li gor encamên ne fermî berendamê çepgir Moon Jae-In bi ser ket. Wî polîtîkaya xwenêzîkirina Bakurê Koreyê diparast û li Başûrê Koreyê sazkirina pergala parastina fuzeyê ji aliyê DYA'yê ve rexne dikir.
Moon Jae-In li paytexa welat Seulê ji bo hezkiriyên xwe axaftina serketinê kir û soza "sazkirina welatek adilane" da û got: "Kesên ku dengên xwe nedane min jî ezê bibim serokomarê wan jî."
Li gor encamên ne fermî Moon Jae-In sedî 40.2 deng girtine, berendamê nêzî wî Hong Joon-Hyo sedî 25.2 deng girtine.
Li Başûrê Koreyê sedî 77.2 kes beşdarî hilbijartinê bûne û ev yek beşdariya herî mezin a 20 salên dawî ye.
Moon Jae-In kî ye?
Moon Jae-In serokê Partiya Demokratîk e ku nû ava kiribû. Ew 64 salî ye. Polîtîkaya Koreya Başûr a niha dijî Koreya Bakur e lê Moon Jae-In di polîtîkaya xwe de têkiliya ligel Koreya Bakur diparêze.
Moon Jae-In kurê koçberek ji Koreya Bakur e û di salên 1970'yan de dema xwendekar bû beşdarî çalakiyek bûbû hatibûn binçavkirin. Paşê wî di nav hêzen taybet ên Koreya Başûr de kar kiribû, piştî vî karî jî parêzeriya mafên mirovan kiribû.
Moon Jae-In parêzerekî ye û yek ji aktîvîstên mafên mirovan ê berê bû; yek ji gotina wî ya di hilbijartinê de ew e ku butçeyek zêdek a 10 trîlyon won (nêzî 8.8 mîlyar dolar) bê amadekirin.
Nûçegîhanê BBC yê Seulê Steve Evans ragihand ku serketina Moon dê bibe sedem ku di navbeda Koreya Başûr û DYA'yê de xirecir derkeve.
Serokdewletê Koreya Başûr Park Geun-Hye bi sedema karên nelirê û peywira xwe xirab bikar aniye di meha adarê de ji peywirê hatibû girtin.