Amed
Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ji sala 1984'an ve Xelata Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Ludovic Trarieuks dide. Rêxistinê îsal Serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê parêzer Muharrem Erbey ji bo xelatê guncan dît. Erbey ji ber ku ji "Doza KCK'ê" girtiye, li ser navê wî jina wî Burçin Erbey xelat girt. Ji ber girtîbûna Erbey roja 30'ê meha borî bi merasimekê Erbey xelat girt.
Li Amedê li ser vê yekê civîneke daxuyaniyê hate li dar xistin. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi, jina Erbey Burçin Erbey û rêveberên baroyê beşdarî civînê bûn.
Serokê Baroyê Parêzer Elçi li ser girîngiya vê xelatê sekinî û ji bo vê xelatê kêfxweşiya xwe anî ziman. Elçi got ku li Tirkiyeyê hê 36 parêzer girtî ne û xwest hemû hempîşeyên wan serbest bêne berdan.
Parêzer Ludovic Trarieuks parêserê doza navdar Doza Dreyfus bû û xelat li ser navê wî tê dayîn. Ev xelat yekem car dane Serokê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela.


