Diyarname
Bi çavên xwe yên biriqoq, lêvên qalind, bi porê xwe yê qehwerengî pir xweşik, bi xwezayîbûna xwe ya zêde samîmî, bi lîstikvaniya xwe ku balê dikişîne... Belê Anne Hathaway ku digel Merly Streep di fîlmê "Şeytan Marke li Xwe dike" de serlîstikvanî lîst û piştî vê listinê bala derhêneran kişand. Ew niha di anketa malperekê de wekî Lîstikvana Herî Delal a Salê hate hilbijartin.
Anket ji aliyê malpera bi navê lovefilm.com ve hatiye çêkirin. Anne Hathaway lîstikvanên navdar ên wekî Natalie Portman û Scarlett Johansson li dû xwe hişt û bû yekemîn.
Vaye dehên pêşîn ku îsal derketine pêş:
1. Anne Hathaway
2. Keira Knightley
3. Michelle Williams
4. Emily Blunt
5. Natalie Portman
6. Ellen Page
7. Abbie Cornish
8. Scarlett Johansson
9. Kristen Stewart
10. Sienna Miller


