AMED
Mebûsên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê îro li Amedê civiyan û biryar dan ku dê civînên xwe yên komê li Amedê pêk bînin. Blokê piştî civînê dîsa biryara xwe ya boykotê dubare kir û diyar kirin ku heta pirsgirêk neyên çareserkirin ew dê neçin meclisê. Blokê got ku heta pirsgirêk çareser bibe ew dê her hefte civînê xwe bi rêk û pêk li Amedê pêk bînin.
Mebûsan li ber Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komê mebûsa Sêrtê Gultan Kişanak axivî.
Kişanak got ku ew di ferqa berpirsiyarî û peyvira xwe de ne û wiha got: "Mixabin heta niha hikumetê ji bo çareseriyê tu gav neavêtiye. Biryara YSK'ê ya der barê xistina mebûs Hatîp Dîcle de û redkirina serbestberdana 6 mebûsên girtî darbeya siyasî û hiqûqî ye. Ev li pêşiya siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk asteng e. Heta ku gavek berbiçav neyê avêtin û daxwazên me bi cih nebe em dê di boykota meclisê de israr bikin. Em dê her hefte civînên xwe yên komê bi rêk û pêk li Amedê pêk bînin."
Li Tirkiyeyê partiyên ku bi ser 20'î re mebûsên wan hebin li meclisê dikarin komê ava bikin. Partiyên ku koma wan hebe her roja sêşemê Civîna Komê li meclisê li dar dixe. BDP ku di serdema borî de bi 22 mebûsî li meclisê kom ava kiribû vê carê heta pirsgirêka Dicle û mebûsên girtî çareser bibe naçe meclisê û civîna xwe ya komê dê li Amedê li dar bixe.