Ebdulhemîdê Bamerrnî
Perlemanê jêrya Kurdistanê ya navdar bi Dever (Herêm) a Fidral a Îraqê û herdu Partî ên mezinên wê deverê birryara helbijartina Perlemanekê nwî da li roja 19/05/2009 ê û digel hindê jî çavek bi Qanwîn a dengdanê jî da gêrra. Li dîv rojvegêrr (rojname) û yêt devera Kurdistanê, çi kes xoserî xwe nikarît, xwe ji dervey listên darêxistî bo hedamya Perlemanî berbijêrket.
Heke êk hebît jî yê ku dil tê hebît, xwe kandîd biket, tivya lîstekê ya ne ji çar navan kêmtir pêşkêşî destek a çavdêrya helbijartina biket. Vêca heke hat û ev tişte çêbû jî ne ya dwîre desteka navbirî bibêjîtê, hijmara navên hewe di kêmin û pêş û paşda bihête zivrrandin û rê ne denê pişkdarî helbijartinê bibît. Her çende ez nizanim ka rêje ya 7% hêj maye an jî rakirîye.
Tiştê ji hemya balkêştir ewe ku Kurda digot ew dê helbijartinên deverê piştî ser rastkirn a kaudanêt Kerkûkê ji nwîka ken, da bisanahî Berdevk(1) (nwîner) ên xelkê deverên bikirrubkêş liser hey, bi helbijartineka bi tinê bo hemi jêrya Kurdistanê (Kurdistana Îraqê) bihêne helbijartin.
Belê Xundkarên jêrya Kurdistanê noke yê dibêjin, ew dê helbijartina ken û hêna arêşa Kerkûkê, Xaneqîn di gel pêvenwîskê xwe, Şêxan, Zemmar û Şingalê her wekî xoye û hêj ya bi girêtir lêhatî. Eve rê liber singê çend pisyareka vediket:
1 _ Erê (aya) Kurda dest ji awazê Kerkûkê berdaye? Heke wan dest jê berdabît:
2 _ Erê ew kesên navdarên Kurd yên herro ji sipêdê heya nê êvarê Kerkûk kirye alavê denga bidestve înanê vê gavê dêşên bersiva xelkê den û ew yê diçine hebijartina bêy ku fertirîn tiştê wan di Pirogiramêt xwe da tekez liser dikir, bidestve bêt?
3 _ Erê dest jê berdan beramberî çi? Pêdvîye bersiva vê pisyarê bihête dan, heke ne hête dan, tivya deyk û xwedî ên Canemerg û Berzebûyên piştî pêkhatina 11ê Axlêva 1970 ê heta evro daxazken; Boçî 39 sala me xwe da qelandin bo çinne?! Çinkî siyasetvanêt me bi xwe dibêjin ; Ne êka Kerkûkê ba me çi şer ne dikirin. Ez bi xwe nizanim dê berpirsêt me çi dene ber rwîyê xwe dema xelk vê danîte ber çavêt wan. Erê ew husa hiş bi berpirsiyarî ya dîrokî diken?
4 _ Ma heke ev helbijartine hatine kirin, ma ne Fatîhe xwandine liser giyanê Kerkûkê, Dilê/Qudsa Kurdistanê? Ji min ve bo Behdîna wekî parçek ji Kurmancîaxêvan, ( Ne Ker di Garranêye û ne jî hîsab di gel Gavanîye), çinkî her çawa bît em bi piş guhve di havêtîne. Vê dîmahyê jî ji sê pirojêt ceyranê yêt dê UNO li Kurdistanê çêket, êk bire Heblêrê û êk jî bire Silêmanyê û yê sê jî bire Kerkûkê da Kerê diwazdê (Elfîrqa 12) ya reşekêt Norî Elmalikî, eva ji nwî li Kerkûkê belavkirî, bi vî destkeftîve bikevîte nava Kerkûkê. Li yarya kurk û mîrkanê jî gote Dihukê, bo vê, bo vê, bo vê û Dihukê jî kunpivê. Pirojê Kehrebê ewê divêt li gelyê Reşave çêken, ewî jî bêhneka siyasî jê dihêt, ne dwîre ji ber hinê bît da ew cihêt Karkera xwe têrra veşartî bin av ken.
Ez nizanim boçî Behdînî bo Kerkûkê bikene girî û xo gêwilê xwe jî têkbiben. Bingehêt zanînê, Teknolojya, Destkarî (Sîna`et), Hatinuçûn (Firrîngehên Navdewletî) û Ragehandin tev ê li Hevlêrê û Silêmanyê. Yê li Dihukê hey, bi sed qeda (bela) ve çing û lingê zanîngehekê ye, ew jî ya kal û kiromeye. Sora li wêrê jî bi Soranî Meftîhan (Îmtîhan) a diken.
Ma heke Kerkûk bête ser devera Kurdistanê dê Dihukê bîte Senterê Diravî yê deverê, em ji mêje jî dizanîn yê Bazarrê Borsê li Heblêrê çêdiken. Her çende Dihuk bajêrrê êkê yê Kurdistanê ye ku dikevîte ser tuxîbê du parçêt dî yêt Kurdistanê, hêj pêtir joryê Kurdistanê êkser yê bi Bazarrê Ewropa ve girêdaye û berjewendêt Hikumeta deverê û Tirkiya gelek yê di navik helbûyn.
Helbijartin dê li J. Kurdistanê hêne kirin bi vî rengê jêrî:.
1 _ Lîstek ya Partî ya Dîmokrata Kurdistanê û bahra pêtirê ji Berbijarên wê Silêmanî û Heblêrîne û ya berhizi ewe ku pêtirî 90% Soranîne. Evê Partîyê serkêşya wê Kurmancîaxêvin belê pa wan jî dest yê ji Behdîna berday û tevn û berrkêt xwe û Sorana digelik yêt birîne berik û kenkenêt wê hemî bi Soranî di peyîvin û di pişikdarin di gel berbendkirina diylêkta Kurmancî yê de û hêj nahêlin şagirdêt Behdînî li Hevlêrê an Silêmanyê bi Kurmancî Meftîhanêt (Îmtîhan) xwe biken, her wekî Behdînî ji destkeftî yêt şorreşê Kurrêt Jinbabê.
Ne bes ew, hêj pêtir xandin li deverêt Behdînya geleka jî ya kirye Soranî wekî Diyane ku pêtirya xelkê wê Kurmancîaxêvêt Barzanîne xandina wan bi Soranîye, neke eve ji Îsay bibin û Mehemd jî ne niyasît. Arêşeka dî jî ya bo Dihukê çêkirî ew jî ewe xandin heta sala şeşê bi Kurdîye ji wêrê pêhel bi Soranîye, me`ina vê ewe ku Şagirdê Behdînî neşêt bi yê Sora re bigehît û paşve mînît ji giş lave.
2 _ Lîsta Êkatî ya Nîştîmanê Kurdistanê hema ji wê bigerre ew bixwe hedamê serokînî ya wê yê ku Kurd (Behdînî), li Kombûna serê xwe didanîte ser milê xwe û pixdikete xewê, ew hêja mayê xwe di çi naket. Hindîke mamê Şêrkoye ew jî qesabê serê Kurmancîyêye.
3 _ Lîsta her çar Partîyêt biçwîke Ku xwedê wî Têkelê siyasî ne parêzît ew jî evene:
a/ Êkgirtuya Îslamî ya Kurdistanê û Ayetullahê wê Soraye.
b/ Komele ya Îslamî ya Kurdistanê û Ayetullahê wê jî Soraye.
c/ Partî ya Soşyalîst ya Dîmokratî ya Kurdistanê serkêşê wê Mehemedê Hecî Mehmwîdîye, ew jî xelkê Silêmanyêye.
d/ Partî ya Zehmetkêşêt Kurdistanê (xwedê qewetê), serkêşê wê jî Soraye mala wî ya li Silêmanyê û li sala 1994 ê şerrê (P. D. K. û Y.N. K.) wan jî pişta Êkatî girtibû.
Hindîke Partîya Kommunîstêt Kurdistanêye jî ku tinê awazêt xweş dibêjît xwedê neket jî çi bikevîte desta heke xelkê Kurdistanê jî wekî yêt Êkînî ya Sovyêtê dê xelk li Erdî li nanî gerryêt û nan jî li Esmanî bît û pêtirya serkêşya wê jî Sorane û sikirtêr jî Soraye.
Berî nêzîka du sala hindek Kadirêt paşmakêt partî ya Gel yêt Behdînî da dilê xwe ku bo xwe Baskekê siyasî çêken û ji ber hindê jî xo gehande serkêşya Êkatî, wan jî ew gazî Silêmanyê kirin û jê xwast biçine di gel rêzêt alê navbirî da û heku zanî wan divêt wekî Baskekê siyasî Behdînî di gel wan bin, îna wan jî her êk ji wan hindek pare danê û zivrrandineve cihêt jê çûyn.
Li dîv zanîna min ewan Kadira ya gotî ku Partî ya gotîye Êkatîyê naçêbît hûn wan wergirin. Belê heke wejî bît, Êkatî rêkêxistî ya xo ya Behdîna hemyê bi liqeka Partî li nav xwe didanin. Eve jî li dîv raporteka ji Nivîsîngeha Siyasî ya wan ku li Hawlatî hatibû belavkirin. Jiber hindê jî ne ya berhizre eve we biken ku Baskekê siyasî li devera Behdîna çêbibît ji kesêt, ne di gel Partî bin.
Peyda ne bûna vî Baskî jî, Partî ziyan ya jê kirî û xelk yêt ne di gel wê hemîya qesta wan Baskêt siyasî ya kirî yêt pêtir bi ser Êkatî ve diçin.
Ez bawer dikem, ew gotina dibêjît Partî nahêlît çi Baskêt siyasî xurrî Behdînî li nav Behdîna çêbibin, eve jî rast bît, çinkî li dîv bendêt Pêkhatina Sitiratîjî, herduk (Partî û Êkatî) yêt liser hindê pêkhatîn, kes çi jê veteqyayêt ya dî ne wergirît û harîkarî ya çi Sitêreyêt siyasî ji herdu lave ne hête kirin heke bêt û tiştekê wesa çêbibît li Heblêrê û Silêmanyê an jî li Dihukê, ji bilî ew Partî yêt ji vêrê pêhel navê hatî û ew jî di wana da di şehrezane (Ne Tirrin deng jê bêt ne jî Fisin bêhin jê bihêt) û ya êk û du jî naken.
Mirov ni zanît ka Behdînî çawa dêşên çine di Perlemanî ve, çinkî her şeş Partî yêt navê wan li jor hatî hemya berê wan yê li Soranyê û ew Behdînî yê di gel wan Partî ya jî ne şên bikvne Perlemanî heke tiştekî ji belê pêve bibêjin, an jî bi Kurdî ne ku Soranî bipeyvin.
Vêca ma êkê Behdînî heye ku daxaza heqê xelkê xwe biket an jî li rêkekê bigerryêt da Behdînî wekî Behdînî û xoserî xwe bikevîte Perlemanî, çêdbît jî evê rol hebît di bersîng girtina Karkera jî da.
Çêdibît gelek kes hebin bivêt tiştekê husa biken, bes pa newêrin û hêj Rwîdana helbijartinêt sala 2005 ya li pêş çava.
Belê pa mezin dibêjin (çwîvê sitwîre û danê hwîre) vê jî pêdvîye xebat bo bête kirin da çwîvê wan jî sitwîr bibît û ka dê Kurd jî çarekê li xwe ken. Çinkî Sora noke Birr ya ji qurim kirî û Behdînî yêt ji destkeftîya pejinîn.
15/02/2009
Têdîtin:.
1 _ Gotina Perleman ya hatî ji peyva (Parlare) ya Latînî û bo Axiftina ji pêş êkê dîve dihête bikarînan û me jî bi Kurdî beramberî wê gotina (Berdevk) ya hey, wê jî her dibêjne wî kesî yê ji pêş êkîve diaxivît.