Diyarname
4'ê mehê li Kolombiyayê civîna Enternasyonalîsta Sosyalîst (ES) hebû. Partiya Yekîdiya Demokratîk (PYD) endamtiya wê ya asta jêrîn a ES'ê heye. Sêrîlêdan hatibû kirin ku di civînê de tam bibe endam, lê Umut Oran ê CHP'yî ku Cîgerê Serokê ES'ê ye kir ku ev serîlêdan bê redkirin.
Biryara endamtiyê Komîteya Etîk dide, Oran beşdarî civîna komîteyê bû û got, "PYD'ê li herêmê sûcê şer kiriye, mafên mirovan binpê kirine ku ev di raporên saziyên Mafên Mirovan ên Navneteweyî de jî cih giritne. Her wiha Tirkiye dizane ku ew ligel PKK'ê di nav têkiliyê de ye." Îtîraza Oran radihandin rêveberî jî û di dawiyê de pêşî li endamtiya PYD'ê girtin.
Du sal berê PYD'ê ji bo endamtiyê serî lê dabû, dîsa Oran li dij derketibû, ligel her tiştî PYD di asta endamtiya jêrîn de wekî endam hatibû qebûlkirin. Di nav ES'ê de partiyên ku tam endam bin mafên wan ên axaftinê û bikaranîna dengan a di civînan de heye, lê yên ku di asta jêrîn de endam bin mafên wan ên axaftina di civînan de û dengdayînê nîn e.


