Diyarname
Li Parka 75’an ya Şaredariya Peyasê pêşangeheke bi navê “Qêrîna Bêdeng” vebû. Di pêşangehê de wêne û peyker hene. Atolyeya li Bazara Keda Jinan li dar ketibû, di encama vê atolyeyê de ev tablo û peyker hatin çêkirin, niha jî hatin pêşkêşkirin.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê pêşangeh organîze kir. Di pêşangehê de gelek jinan cih girt. Atolye bi pêşengiya wênesaz Rûken Ekîncî hatibû lidarxistin. Jinan bi çêkirina berhemên hunerî yên ji malzemeyên avêtî bal kişandin ser girîngiya veguherandinê. Gelek fîgur, peyker û tablo hatin çêkirin ku di nav van de wêneyê Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahir Elçî, wêneyê Sema Yuce û gelekên din hene.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, ligel Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk, Hevşaredara Aviskê Celîle Yildiz, Cîgirên Hevşaredaran û Meclîsa Jinan di vekirina pêşangehê de amade bûn. Wan ligel hunermend Ekîncî li ser berhemên wê sohbet kirin.
Hevşaredar Sîncar got ku ew girîngiyeke mezin didin hilberîna jinan û wiha domand: "Hebûn û hilberîna jinan di warê hunerî de ji bo me pir bi qîmet e. Em kêfxweş bûn ku bi boneya vê pêşangeha watedar a hunermend Ruken Ekîncî em li hev civiyan. Em ê her tim piştgiriyê bidin xebatên bi vî rengî û di nav hevgirtinê de bin."



