LUQMAN GULDIVÊ
Zarok ji bo malbatekê, ji bo gundekî, ji bo bajarekî, ji bo welatekî û ji bo dinyaya me girîng in û diyarker in ji bo siberoja wan hemûyan. Ango çi rengê civakê be, bi rengekî ji rengan bi vê girîngiyê dihese û ji bo parastina wan û perwerdekirina wan bi hin karan radibe. Ez dixwazim îro behsa serpêhatiyeke serketî ya li Almanyayê bikim ku modeleke bi ya min baş e di warê hunerê şanoyê de.
Li bajarê Almanyayê Hamburgê şanoyek heye bi navê "Theater fur Kinder" (Şano ji bo zarokan) û sala li pêşiya me jî wê 50 salên xwe li pey xwe bihêle. Ango Şanoya ji bo Zarokan bi xwe navsere ye û xwedî tecrubeya salan e. Sala 1968’an dema însiyatîfa vê şanoyê dest pê kir, fikra karekî wisa pirr nû bû. Bi her halî Şanoya ji bo Zarokan a li Hamburgê, li Almanyayê şanoya herî bi tecrube ya ji bo zarokan a arizî ye. Di destpêka vî karî de Uwe Deeken hebû kesekî ku îro jî bi kela canê xwe ya hunerî mirovan heyranî xwe dihêle; hevalê destpêkê pê re jî Ebarhard Mobius bû, xwediyê yekane keştiya şanoyê ya ku dikare xwe bera nav deryayên kûr û dûr bide.
Hîna ji destpêkê ve şanoyê navekî xwe yê bi qîmet û rûmet li nav xelkê çêkir; helbet yek ji sedeman ew bû ku metnên nivîskarên navdar hatin bikaranîn ên wekî Maar, Otfried Preußler, James Kruss, Christine Nostlinger û helbet dema mirov behsa edeba zarokan bike nabe mirov navê wê nebêje, Astrid Lindgren. Di dîroka vê dika şanoyê ya ji bo zarokan de kevirekî çarqorzî jî heye, ew jî promiyera operaya “Eine kleine Zauberflote (Bilûreke piçûk a efsûnî)” heye ku kompozîtorê wê Wolfgang Amadeus Mozart e. Promiyer 4'ê rezbera 1979’an bû. Hingê gelek pedagogan û dê û bavan wiha hizir dikir ku operayek ji bo zarokan zêde giran e û ne li gorî zarokan e. Lê belê hem temaşekerên wê û hem jî rexnegirên şanoyê ev opera gelekî serketî nirxandin. Ji hingê ve di her bernameya salane de herî kêm operayek jî heye. Heta di 25 saliya şanoyê de sala 1993’yan şanoyê operayek bi kompozîtoran da amadekirin. Bi metna Barbara Hass û muzîka Wolfgang Soring operaya “Vom Fischer und seiner Frau (Ji masîgir û jina wî)” ev opera jî serketineke vê şanoya taybet bi zarokan bû.
Barbara Hass sala 1976’an wekî komtumçeker li vê tiyatroyê dest bi kar dike. Hema piştî wê wekî hevnivîskara metna lîstika “Prinz und Bettelknabe (Mîrza û kurê parsek)” dest bi nivîskariyê dike. Barbara Hass jina Uwe Deekens e ku heta roja me ya îro dîroka vê şanoyê tevî wî diyar dike. Ew e ya ku ji sala 1987’an ve awayekî nû yê konserên ji bo zarokan bi pêş xist bi navê Konzerttheater (Şanoya Konserê). Çawa ku mirov dikare ji navê wê tê derxe, di vê çalakiya hunerî de ji konserên asayî bêhtir hêmanên şanoyê tên bikaranîn, armanc jî ew e ku muzîkê bi zarokan zelaltir û diyartir bidin dîtin û hîskirin. Dekor, lîstika wekî perdeyên şanoyê, metnên çîrokan, lîstika bi rohniyê li ser dika konserê serdest in di vî awayê konserê de.
Çiriya Pêşîn a sala 1992’yan ezmûneke din jî vê şanoyê da ber xwe; baleya klasîk tevî şanogeriya ji bo zarokan. Barbara Hass dekorek amade kir ji bo çîroka “Nussknacker und Mausekonig (Gûzşikên û Mîrê Mişkan)” û Ralf Dornen ê hingê Solist bû li cem John Neumeier jî kareografiya wê li ber muzîka Peter I. Tschaikowsky çêkir. Ev tecrube jî ew qasî serketî bû ku bi şano-baleyên wekî Gola Qûyan dewam kir.
Çiriya Pêşîn a 2009’an fikreke din a nû a vê şanoyê pêk hat, ew jî bernameyeke taybet ji bo zarokên piçûk ên ji sê salî û pê ve bû. Barbara Hass û Barbara Henneberg bi hev re muzîkalek çêkirin li gorî pirtûka zarokan a bi navê “Kleiner Dodo, was spielst du? (Dodoyê piçûk, tu bi çi dilîzî?)” ya Serena Romanelli û Hans de Beer. Barbara Hass Libretto ji bo lîstikê nivîsî û Barbara Henneberg bestekariyastranên modern ên zarokan kir ên ku mirov dikare li ber wan bireqise. Ev bername niha bi workshiópên ji bo zarokên piçûk tê temamkirin ku Barbara Henneberg wan bi rê ve dibe.
Ji xwe dipirsim; gelo serpêhatiyeke ew qasî serketî ya şanoya kurdî ji bo zarokan çima nebe? Şanogerên jêhatî, muzîkjenên jêhatî û nivîskarên jêhatî gelo nikarin ji bo zarokên me bên cem hev û zarokên me bi hunerê şanoyê şa nekin, fêr nekin û perwerde nekin?
guldive@yahoo.fr
16.02.2017, Yenî Ozgur Polîtîka