Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku 30'yê meha borî bi KHK'yê hatibû girtin niha ji bo bê vekirin kampanyaya îmzeyan hat dest pê kirin.
Di metna ku li ser Change.org de hatiye belavkirin de wisa tê gotin: "Bila Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dîsa vebe!
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1992an bi vir de ji bo parastin û pêşvebirina ziman, wêje û dîroka kurdî xebatan dike. Ji sala 2006an heta roja ku deriyê hate şikandin û piştre jî hate mohkirin, bi navê Komeleya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe didomandin.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê her çi qas ji ber rewşa siyasî û hiqûqî ya Tirkiyeyê bi navê Komeleya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe meşandibin jî, her tim wekî saziyeke akademîk û dibistaneke kurdî xebat kiriye.
Heta niha bi hezaran kes li Enstîtuya Kurdî hînî zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî) bûne. Her wiha gelek berhemên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de ji hêla Enstîtuya Kurdî hatine amadekirin. Ji bo pêkanîna hişmendiya parastin û pêşvebirina ziman û nasnameya kurdî, ji bo çareseriya demokratîk a kêşeya kurdî gelek panel, semîner, sempozyûm û konferans li dar xistine, endam û rêveberên wê beşdarî gelek çalakiyên bi vî rengî bûne.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi biryarnameya bi hêza qanûnê (KHK) ya 679an hate girtin. Bi vê biryara neheq û nehiqûqî derbeyeke mezin li xebatên çand û zimanê kurdî ketiye. Bi sedan kesên Em wekî hemwelatiyên vî welatî dixwazin ku ev biryar were betalkirin û Komeleya Enstîtuya Kurdî ji nû ve were vekirin. "
Kesên bixwazin îmzeyê biavêjin bin metnê, navnîşan ev e:
**
Nûçeya eleqedar:
- Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî girtin


