Diyarname
Di rojên koronayê de li mal temaşekirina fîlman didome. Em îro fîlmê Kazim Oz ê bi navê "Fotograf" derdixin pêş.
"Fotograf" yekemîn fîlmê metrajdirêj ê Kazim Oz e. Berî wê Oz bi navê "Ax" kurtefîlmekî kişandibû û gelek bal kişandibû. Bi "Fotograf" de serdemek nû ji bo Oz dest pê kir.
Fotograf çîroka du ciwanên her yek diçe aliyek leşkeriyê û di dawiyê de dê rêya wan li cihek bigihîje hev.
Fîlmê su 66 deqe didome serlîstikvaniya wî Mizgîn Kapazan, Nazmî Kirik û Feyyaz Duman kiriye.
Fîlmê ku beşdarî gelek festîvalan bû li Festîvala Mîlano û Festîvala Triestayê xelata fîlmê herî serketî, li Valencia û Ariburnu xelata taybet a juriyê girtibû.
Fermo ew fîlm: