Miqedes AKIN
Azad Ekkaş ê wergêr û helbestvan talî dîwana xwe ya pêşîn weşandiye. Pirtûk ristine ev 11 sal in komî ser hev bûne, ji welatekî peya bûne li yekî dî siwar bûne, malo malo bi bêhnfirehî geriyane dihewîne. Ev dîwan stargeha peyvên me yên ku serberdayî li bajarokan belavbûyî ne. Helbestvan guh daye van peyvan ew şûştine veşûştine û li maloka xwe ya helbestan, cihê tam li gora wan daye wan. Kêf kêfa wan e li vê stargeha ku ew xwedî çîrokekê ne û nema bê serî li çolan digerin, çimkî Ekkaşî ew kirine niştecihên bîra xwe, êdî wareke wan ê ewle heye.
Dîwan li Berlînê ji hêla çapxaneya Sersera ve hat weşandin, ji 65 helbestan, 110 rûpelan û gelek temayên cuda pêk tê. Di her helbestekê de mirov bi derekê xwe yê din dihese wekî hawê. Ahenga tu helbestê naşibe ya berî xwe. Pistînek ji helbestvaneke pîr re, Heleba şer, Meytera werz û wateyan, heya bi Rexnegir û kuliyên kej. Ristik bi kurmaciyeke hûr û dewlemend tije, li ber fûrandinê ne.
Di vê berhema wî ya ewil de xuya ye helbestvan hem xwe ji cîhana rojaneyê qut nekiriye, hem jî li xortê di nîvê dilî da têr hisandiye. Qedrê herdu aliyan jî hema bêje wekî hev in di helbestên wî de. Wî li her bajarekî ji xwe re li ecêban temaşe kiriye û bi dîtinê tenê nehatiye ser. Rabûye royê du sê danan, li ser fikirî ye; carinan berêvarekê carinan şev nîvê şevê, li zimanê xwe yê dayikê fesilandine ew serborî û tofanên hanê.
Helbestvan li rojavayê welêt çêbûye, loma dilê wî li wir lê dide. Pir wêrek e û yek pê derdixe ku ya hatiye sera/dila hatiye ser kaxizan jî. Ji ber kesî nexwariye û xema wî afirîn e derdê wî Efrîn e. Ev bajar dergistiya wî ya ewilîn e. Rêzehelbestên wî, wî dane dest; dilê wî sar nabe heta ew rizgarbûna bajarê xwe nebîne, ew dibêje:
Şoreba li kenarê,
bahozan radike
ji xwîna dawên wê
gulpegulpa Yenîçerêyan e.
Ne yê ji bîr bikira ne yê ji bîr bikira
Û Efrîn,
cinawirê mişextiyê li tarên wê dike borrînî
reqreqeke şûrên fatîhên nû
dengê ezmanekê yê kîndar:
Weke Ermenan,
dê jê bên derbider Kurmanc!
Carinan ristikek tenê bi dehên helbestan e. Bi salan e me raperînek navdar heye li bajarên ku wî nîvê emir lê borand. Heqê wî ye bêje ka ew şoreş çi ye ma na? Wî ji bo qewimînên 2004’an li welêt gotiye:
Raperîna sêwî hê nebûye şoreşeke fedîyok
Berbiroj kor in
Bîrayên êvaran bi diranên siyasetmedaran û memikên lîstikvanan pêçayî tîhnê naşikînin…
Me got helbestvan bi dîtina nakokiyan tenê nehatiye ser. Bela xwe ji ruyên ku dîtin, dengên ku bihîstin û sikakên ku tê re borîn venekirî ye. Mesela di vê ristika xwe ya li jor de behsa hestên xwe yên piştî ecêb-bûyereke rojane ya li Stembolê dike.Yekî ku li bîbikên çavên zokekî av-firoş nenêrî be û wê şêvê sehê li ser esmerî ya wî gedekî nefikirî be, nikare van gotinan bike û hew!
Helbesta dirêj diyariyî birazîkê xwe yê 5 salî Cûdî kiriye, meriv tê de bi rihetî hezkirina ji zarokekî ji ber biçûkbûnîya wî, ji ber bûna wî ya sembola xwezayê fêm dike. Rewşenbîr eger ji aliyê xwe yê zarok nikaribe bawer bike helbest melbest jê çê nabin. Çimkî hest jê nafûrin, da ku bibin pêdiviyên werrê ku eger neyên têrkirin, dê jêderên xwe bifetisînin esseh. Wî ji hevalê xwe yî biçûçik re ev nivîsî:
Her çend bi xanîne textîn, pûşîn an jî kevirîn
[me] gundê çîrokan ava dikirin
min ê serdana xanîyê te
yê ji balgî û doşegan bikira.
Vî xortê kal -di ristek ji vayên di dîwana xwe de halo xwe pênase kiriye- di nava geremola mişextîbûn, tenêtî û xerîbiyê da, ji bilî zehmetkêşiya pêdivî û tiştikên rojane, xwe qet ji dilgirtinê jî nekiriye. Çawa xwe ji binê barê entelektueliya gelê xwe nedabe alî, eynî wilo jî serê xwe bi mesela hezkirina ji yarê ra êşandiye. Vê êşa serî û xweşiya hizirîna li bedewiya rûhî û bedenî ya perîstanan, ji xwînerên xwe ra bi bolvirî gotiye.Ebeden dilê xwîneran bijandiye cîhana di wî seriyî da. Xortê ku têra xwe li bedena canikekê baniyaye behsa “bêhna baranê”jî dike. Eger helbestkar ne kal bûna ma ka sebra wî ya ku li xweşiya piştî “vexweşînê ” bifikire û helbestekê ji yeka din vêbixe wê hebûna?
Heyra bila ew bi xwe dilê we tevan rihet dike:
Helbestvan derewan nakin
…ku ji nav diranên bi nermika guh ve girtî bibe helkehelka min
“bêhna
Baranê
Ji
Te
tê”
tu yê bawer bikî.



