YEKO ARDIL
Bajarokê Derderleeuw yê Belçîkayê di jiyan û dîroka kurdan de xwediyê ciheke girîng e. Ew der di dîroka Kurdistanê de ne tenê bûye cihê yekem TV'ya esmanî ya kurdan, her wisa bûye navendeke dîrokî ya ku gelek kesayetên cihêreng jî demên kin an jî dirêj lê hêwirîne û bîranînên girîng hiştine. Li navenda TV'yê gava rastê rojnamegerê duayen Cahît Merwan hatim yekser ji min re got: “Pir rexne li ser nivîsên te hene!” Min got: “Ser çavan, kî rexne dike û babeta rexneyan çi ne?” Birêz Merwan got: “Medenî Ferho rexne dike û ez jî rexne dikim. Ya rastî ew kêlî gotina Rûsî ya dibêjin: Anton Çexov ne bes bû vêca Gorkî jî bi ser me de hat!..” Demildest hat bîra min. Ev ji aliyekî ve li xweşa min çû, lewre îşaret bû ku nivîs tên xwendin, lê ya cihê meraqê ew bû bê ka çi dibû mijara rexneyê ango rexneyan? Cahît Merwan bi lezgînî dewam kir û got: “Medenî dibêje, Kurdistan wêran dibe, her der şer û xwîn e, Yeko behsa evîna Sîmone û Sartreyê dike û rexneya min jî ev e; tu jimarnavan wekî diduyan û sisêyan dinivîsî ev forma jimarnavan li nivîsên edebî nayên, yekemîn duyemîn baştir e.”
Wekî rojnamegerê tirk Çetîn Altan digot: “Karê me yê sed salî tim û tim progandaya tirkîtiyê ji tirkan re ye.” Divê em jî di nav wê çarçoveyê de nemînin. Babet têkildar in, angaje ne. Dîrok, çand û rojane ji hev ne qut in. Mirov di her nivîsarê de peyva kurd bi lêv neke jî, dîsa xwe digihînin hev. Mirovên wekî Sîmone û Sartre divê bibin babeta nivîsar û edebiyata kurdî, heta em di vî warî de pir hejar in. Xala diduyan jî, ew forma ku rojnameger Merwan behsê dike, ya soranî ye. Lê di her mercî de jî min rêzê li rexneyên her du rojnamegeran û nivîskarên xwedî ezmûn girt. Mamoste Rêşad Sorgul jî gotiye, rexneyên xwe bi nivîskî ragihînin baştir e. Ew jî pêşniyazeke çê ye. Kesên ku riya wan bi TV'yê ketîn dizanin ku di dema xwarinê de li xwaringehê, li maseya pêşî piranî mijarên wiha vedibin û heta xwarin diqede jî tên nîqaşkirin. Maseya ku wekî Maseya Rewşenbîran tê binavkirin jî dema berê Mehmûd Onder û hevalên din lê rûdiniştin. Onder vê gavê bi nexweşîneke dijwar re rû bi rû ye û şûna wî li gelek cih û quncikên TV'yê xuya dike. Em jê re şîfayên lezgîn dixwazin. Lê hin heval jî bi zanebûn xwe ji wê maseyê didin dûr, lewre naxwazin navê wan jî di maneya henekpêkirinê de wekî rewşenbîr bê pênasekirin. Ya rastî ev e ku gelek mirovên hêja li wê maseyê rûniştin û babetên nirxbilind jî li wir û li gelek deverên TV'yê hatîn nîqaşkirin.
Ligel kesayetên me li jor behs kirîn, li navenda Radyoya Dengê Kurdistanê mamoste Diyar Bohtî û Dûzgin Deniz jî wekî gencîneyên edeb, ziman û rojnamegeriya kurdî ligel temenên xwe yên navsere jî her li ser karê xwe ne. Bi taybetî hêja Diyar Bohtî li wî bajarokî desteyek roman nivîsandin. Ev car hatina hêja Bedran Dere jî rengekî çê û xweşik li wir zêde kiribû. Her çiqas me Mazhar û Burhan nedîtin jî lê rihê wan her li wan deran bû, helbet Faruk Sakik mîna çinareke abadîn li odeya xwe ya xebatê, di vekolana arşîvan de bû. Ev fîgûrên em behsê dikin wekî parçeyên jênager yên ragihandina dîtbarî û bihîstyarî ya kurdî ne. Hin ji wan di heman demê de jî wekî starên Kurdistanê ne. Ji ber ku TV'ya kurd di heman demê de wekî destpêka afirandina starên kurd jî mohra xwe li dîroka kurd da. Ev sûretên ku li cem temaşevanan gelek nasyar in, ji ber endûstriyeke sînemayê ya kurd nebû û mixabin hê jî nîn e, ew in ku wekî aktor û star ji aliyê girseyê ve hatîn hebandin. Saziya ragihandina kurd ligel her cure zext û bêbextiyan jî li rêwîngîtiya xwe ya li bajarokê piçûk berdewam dike. Dikin nakin, li dewsa ku kêm û kin bikin her diçe dizê û zêde dibe.
10.01.2017, Yenî Ozgur Polîtîka
Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê vê nivîsê "Carekî din li Denderleeuw" bû, me guhart.