Diyarname
Piştî erdheja Mereşê hin bajarên ku îhtîmal e di demên nêzîk de erdhej lê çêbe ketin rojevê. Yek ji wan jî Stenbolê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) di vî warî de hin xebat dan dest pê kirin. Şaredarî avahiyan kontrol dike û diyar dike ku çiqas saxlem in yan na. Li ser vê yekê Şaredarî dixwaze gel serî li wan bide.
Serokatiya Daîreya Başkirina Bajêr û Rêveberiya Talûkeya Erdhejê ya ÎBB'ê îro agahiya nû ragihand ku heta niha 76 hezar kesî ji bo lênêrîna avahiyên wan serî li wan dane.
Avahiyên ku berî salên 2000'î hatine çêkirin ÎBB bê pere li wan dinêre ku serê pêşî ew xistine rojevê. Yên piştî 2000'î hatine çêkirni bi pere li wan dinêre.
Li aliyê din duh Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi peyamek ser tora civakî eşkere kir ku avahiyên xisardîtî derkevin ji bo xirakirin û ji nû ve çêkirina wan ew dê alîkariya heqê kirê bidin kesên li wan deran rûdinin.