Diyarname
Dor 50 kesên navdar ên kurd û alman bi organîzeya Hawar.helpê nameya ku hatiye amadekirin îmze kirin. Name dê ji Rêveberiya Almanyayê û rêveberiya Yekîtiya Ewropayê re bê şandin.
Di nameyê de xwestin ku êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê bene rawestandin. Ji Almanya û Yekîtiya Ewroqayê tê xwestin ku bi lezgînî berpirsiyarî bigirin ser milên xwe. Name li ser hesabê facebookê yê Hawar.helpê hê jî ji bo îmzeyan vekiriye.
Name ji 4 xalan pêk tê. Di nameyê de ev xal cih girtine:
- Divê gavên dîplomatîk û siyasî yên bilez ji bo parastina sivîlan bene avêtin û zext li Şam û Tirkiyeyê were kirin da ku şer rawestînin.
- Divê ji bo rê li ber DAIŞ'ê bê girtin bi Koalîsyona Navneteweyî û bi Rêveberiya Xweser re diyalog bê sazkirin.
- Divê xebat bên kirin da ku tîmeke lêkolînê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî here herêmê lêkolînê bike û piştgiriya madî ya ku Yekîtiya Ewropayê dide hikumeta demkî ya Sûriyeyê bê rawestandin.
- Divê serdana Ahmed Şer a ji bo Almanyayê bê betalkirin û Balyozê Berlînê yê Tirkiyeyê ji bo Wezareta Karên Derve bê vexwendin.

Foto ji Hawar.helpê... Ji bo lînka saziyê fotoyê bitikînin...
*
Hin nûçeyên eleqedar:
- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava
-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava
- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir
-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...
- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe
-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir
-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…
- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin
-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...
- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)
-


