logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

22 adar: Bajar bi bajar cihên Newroz lê hat pîrozkirin

Ji Wan, Sêrt, Batman heta Manîsayê di 22'yê mehê de li gelek bajaran Newroz hat pîroz kirin tevî binçavkirin, birîndaran

  • Dîrok: 23/03/2008
  • Beş: Nûçe

 

Ji Wan, Sêrt, Batman heta Manîsayê di 22'yê adarê de li gelek bajaran Newroz hate pîroz kirin tevî binçavkirin û birîndaran.
Vaye bajar bi bajar roja 22'yê adarê cihên ku Newroz lê hatin pîrozkirin û cihên pevçûn derketin:


Wan

Ji serê sibê de li Wanê mebûsên Wanê yên DTP'yî Fatma Kurtalan û Ozdal Uçar jî di nav de gel li ber avahiya DTP'ê gihîştin hev û diruşm qîriyan. DTP'yiyên ku tevî kincên xwe yên neteweyî xwestin tevî gel Newrozê pîroz bikin ji aliyê polîsan ve hatin hişyarkirin û dûre êrîş pêk hat. Polîsan mebûs jî di nav de êrîşê gel kir û heta niha li gor agahiyan hin birîndar hene. Her wiha heyeteke îtalyan ku ji bo şopandina Newrozê hatibûn ew jî bi êrîşê re rû bi rû ma.
Midûriya Ewlehiyê yê Wanê diyar kir ku 130 hatine binçavkirin.
Her wiha Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajêr a Wanê Abdurrahman Dogar jî hat binçavkirin.


Sêrt

Li Sêrtê ji ber qedeya li ser Newrozê xirecir derket. Ji serê sibê de gel xwest Newrozê pîroz bike, ji bo vê yekê li dora avahiya DTP'a Sêrtê gihîştin hev, bi vî awayî jî hêzên ewlehiyê dorpêçkirina xwe da dest pê kirin. Mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk, mebûsên DTP'ê yên Amede Akin Bîrdal û Aysel Tugluk ji bo bi rayedaran re biaxivin çûn avahiyê lê ne walîtî, ne jî midûriyeta emniyetê bersiva hevdîtinê nedan.
Û di vê navberê de li cihên ku dest bi pîrozbahiya Newrozê hatibû kirin êrîşa polîsan pêk hat gelek kes birîndar bûn. Jineke jî bi gule birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Parlamenterên DTP'ê Osman Ozçelîk, Aysel Tugluk, Akin Bîrdal û rêveberên Navenda Giştî ya DTP'ê li nexweşxaneyê çûn serdana jina birîndar. Ozçelîk, diyar kir ku di bûyeran de gelek kes birîndar bûne wîha dom kir: "Kesên bi sivikî birîndar bûn, li ser piyan hatin dermankirin û piştre ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Gelek birîndar hene. Hinek tax hîn jî dibin ablukayê de ne. Nêzî 100 kesan dibin çavan de ne."


Culemêrg

Li Culemêrgê jî gel ji serê sibê de li ber avahiya DTP'ê de hatin cem hev. Mebûsê Culemêrgê Hamit Geylanî jî di nav de gel hatin cem hev û govend gerandin.
Piştî demekê polîsan mudexeleyên gel kir û hin kes birîndar bûn. Şaredarê Berê yê Culemêrgê Metin Tekçe ji bo bikeve navbera polîs û çalakvanan û wan aş bike ket nava hewldanê lê polîsa êrîşê wî jî kir û ew birîndar bû. Tekçe rakirin nexweşxaneyê û piştî dermankirinê ew şandin mal
 

Batman

Li Batmanê li Qada Festîvalê bi beşdariya 100 hezar kesî Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê Ahmet Turk, parlementerên DTP'ê Ayla Akat Ata, Bengî Yildiz, Şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan, Şaredarê Bişêriyê Burhan Kurhan, Şaredarê Kercewsê Esat Oner, rêveberên DTP'yî û Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Batmanê M. Şirîn Tekîk, nûnerên gelek rêxistinên civakî beşdarî pîrozbahiyê bûn. DTP'yiyan bi kincên neteweyî di pîrozbahiyê de cih girtin û axaftina xwe jî bi kurdî kirin.
Piştî axaftinan Serokê Rêxistina DTP'ê ya Batmanê M. Şirîn Tekîk derket ser dikê û derbarê bûyerên li Wan, Colemêrg û Sêrtê agahî dan. Ji bo piştgiriya  çalakiyên li Culemêrg, Wan û Sêrtê gel 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Hunermend Hekîm Sefkan jî li ser dikê qetlîama 3 roj berî niha li Qamişloyê pêk hatibû nalet kir û li hemberî girseyê 3 caran çû secdeyê. Sefkan ji bo 3 kurdên li Qamişloyê hatine qetilkirin stranek xwend. Piştî konseran Newroza bêbûyer bi dawî bû. Lê di dema belavbûnê de polîsan mudexeleyê gel kir û 8 kes girt bin çavan.


Mûş

Li Mûşê, li kêleka Stadyuma Bajêr a Mûşê pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya 30 hezar kesî li dar ket. Di pîrozbahiyê de dengbêj Kazo bû stran pêşkêş kir û dûre ji bo protestokirina bûyerên li Wan û Culemêrgê gel 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û piştre pîrozbahî bi dawî bû.

Dêrsim

Li Dêrsimê ji serê sibê de bi dengê def û zirneyê gel gihîşt hev û çûn Qada Kişlayê. Pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Komîteya Amadekar a DTP, EMEP, DHP, Partîzan, HOC, DHP, HKM û KESK jî di nav de gelek saziyên civakî yên sivîl ve hate amadekirin.
Di axaftinên ku hatin kirin re li hemberî bendavên ku wê li ser Çemê Mûnzûrê bêne çêkirin nerazîbûn hatin nîşandan. Di axaftinan de hate ziman ku divê metodên alternatîf ên enerjiyê bêne ceribandin.
Piştî axaftinan, Parlementerê DTP'ê yê Dêrsimê Şerafettîn Halîs û endamên Komîteya Amadekar a Newrozê, agirê Newrozê vêxistin. Mitînga ku beşdaran kincên herêmî li xwe kiribûn, bi konsera hunermendê kurd Mehmet Atli bidawî bû.


Riha

Li Rihayê li kêleka Otogare bi beşdariya 10 hezarî ve Newroz hate pîrozkirin.
Parlamenterê DTP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Serokê DTP'a Rihayê Îbrahîm Ayhan, Endamê MP'ya DTP'ê Vakkas Dalkiliç axivîn. Newroz bê bûyer bi dawî bû lê piştî belavbûnê polîsan operasyona binçavkirinê da dest pêkirin û 123 kes hatin binçavkirin.


Manîsa

Li Manîsayê Cejna Newrozê bi beşdariya 10 hezar kesî hate pîrozkirin. Hemwaltiyên kincên neteweyî li xwe kirîn, bi flamayên kesk, sor û zer qada Newrozê wekî keskesorê xemilandin.Parlementera DTP'ê Gultan Kişanak û endamên PM'ya DTP'ê Mustafa Rollas, Kamîle Kandar jî beşdarî Newrozê bûn.
Piştî axaftinan Dengbêj Zahiro û Hunermend Sîdar Bêrîtan derketin ser dikê. Pîrozbahiyî bi govendên li ber dengê Bêrîtan hatin kişandin, bi dawî bû.


Kayserî


Li Kayseriyê bi organîzasyona ÎHD, Pîr Sultan Abdal, DTP, EMEP û ESP'ê Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahiya li Taxa Batalgazî ku kurd zêde dijîn jîn, li ber Muxtariya Taxê Newroz pîrozkirin, bi sedan kes anîn cem hev. Di pîrozbahiya di bin dorpêçkirina polîsan pêk hadî de, jinan kincên neteweyî li xwe kir. Her wiha pankartên "Newroz pîroz be", "Bijî Newroz", "Em zimanê zikmakî dixwazin" hatin vekirin û sloganên, "Bijî Newroz", "Bijî biratiya gelan" hatin avêtin. Bi sedan kesên beşdarî Newrozê bûn li ber agir govend girêdan.

Îzmîr

Bi boneya beşdarî Newroza li Navçeya Torbaliya Îzmîrê pêk hatî bûne 6 karkerên înşîatê hatin binçavkirin.
Operasyona binçavkirinê ya duh piştî pîrozbahiya li Qada Gundogduyê pêk hatî, dest pê kir, îro jî berdewam kir. Di çarçoveya operasyona binçavkirinê de bi boneya beşdarî Newroza li Navçeya Torbaliya Îzmîrê ya di 20'ê adarê pêk hatî bûne, 6 karkerên înşîatê hatin binçavkirin. Kesên bi hinceta, Li Îzmîrê 23'yê mehê dê li Gundogduyê Newroz bê pîroz kirin.
Di vê navberê de Serokê Rêxistina DTP'ê ya Îzmîrê Mehmet Bayraktar, li ber avahiya rêxistina partiyê ya bajêr hate binçavkirin.


Amed

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Newroza Amedêya duh bi beşdariya bi sedhezaran pêk hatî de lêkolîn vekir. Dozgeriyê ji bo lêgerînê hemû dîmen û wêneyên polîsan kişandine ji Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê xwestin. Dozgeriyê ligel pankart, dowîz û sloganên di qadê hatine vekirn û avêtin, axaftinên Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk, Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî lêkolîn dike. Dozgerî piştî lêkolînê dê biryarê bide.

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîgey UEFA de 16'ê peyînî eşkere bî

ad

150 federasyonan ji bo alîkariyê serîlêdana xwe kir

ad

Şaredariya Cizîrê Fadilê Cizîrî bibîr tîne

ad

Di rojek de bi 400 hezar heb firot

ad

Li Efrîn pêşengeha karîkaturan

ad

Li beşa kurdî ya ÎNALCO’yê çi diqewime?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname