Diyarname
Malpera pêşkêşkirina videoyan YouTube ku ev demeke ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin, got ku ji bo vekirinê ew dixebitin.
YouTube ragihand ku malpera wan li Tirkiyeyê pir tê şopandin, ji bo ku careke din xizmetê bikin xebatên xwe didomînin. Malperê ragihand ku ew li bendê ne di nêzîk de malper vebe.
Malpera YouTube çend caran ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin û wan serî li dadgehê dabû û vekiribû. Vê carê ji 05.05.2008'an ve ye ku malper ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin û hê jî venebûye.
Niha YouTube dixwaze karên xwe yên fermî bîne cih û malperê zûtir demê de veke.