Şirnex
Hevserokê HDP'e Selahattin Demîrtaş ligel heyetek îro li Cizîrê çû serdana avahiya ku li jêrzemîna wê wehşetek hatibû jiyîn, bi dehan kes hatibûn kuştin. Piştî vegerê Demîrtaş û gel xwest herin avahiya HDP'ya Cizîrê ya li ser Kolana Nisêbînê, lê polîsan êrîşê Demîrtaş û girseyê kir. Polîsên ku heyet dorpêç kir, bêyî hişyariyî bi ava şid êrîşî Demîrtaş û heyeta pê re kir. Di dema êrîşê de ji aliyê polîsan ve bi taybetî hedefgirtina Demîrtaş bal kişand. Gel xwe ji bo Demîrtaş kir mertal û ew parast.
Di dema êrîşê de jinan lîlaland, girse jî li hemberî êrîşan diruşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Ji ber êrîşên polîsan dewam dikin, Demîrtaş bi wesayîta xwe çû avahiya HDP'ê. Esnafên li ser Kolana Nûsaybînê ya di bin dorpêçê de ye jî bi tiliyan Demîrtaş û yên pê re silav kirin. Demîrtaş: Cizîra Botan li hemberî barbarî dîroka lehengiyê nivîsî Di vê navberê de Demîrtaş li ber avahiya wehşetê axivî. - Divê mirov bi serbilindî helwesta gelê Cizîrê pîroz bike. Mixabin li vê derê bi sedan hemwelatî min hatin kuştin. Ez ji bo her birê me ji Xwedê rehmê dixwazim, ji bo malbat û gelê me jî sebrê dixwazim. Ligel ku bi ser re meh derbas bûne tê dîtin çiqas rewşek giran heye. Çend tax, cihên gel lê dimîne bi tang û topan bi temamî hatine xirakirin. Li vê derê sûcê şer hatiye jiyîn. - Bi tang, top û çekên giran ên din êrîşkirina cihê sivîl lê dijîn sûcê şer e. Niha ev sûc li Hezex, Silopî, Şirnex, Gever û Nisêbînê jî tê jiyîn. Û mixabin beşek ji Tirkiyeyê qet hay ji vê nîn e jî. - Niha li Cizêrê li kuçeyan zordariyek mezin û qedexe didome. Wekî hûn dibînin wekî hevserokek dema ez li vir daxuyanî didim jî hin beşên ecêb hene ku bi îdîaya dijî zagona 2911'an e êrîş dikin. Nediyar e kî ne jî. - Her kesê dixwaze asta wehşetê bibîne divê piştgiriya ev sekna serbilind a Cizîrê bike. Tiştê dixwazin bikin dixwazin Cizêrê bitirsînin. Lê her kes dizane ku li hemberî wehşeta faşîstan dê gel qet çong nede. - Wekî hikumet hemû bêhiqûqiyên ku we kirine hûnê hesabê wan bidin. Bila Davutoglu bizane, çawa qesabê Bosnayê ji ber fermanên dan ceza girt, ji bo li qada neteweyî yan jî navneteweyî ji bo hûn hesabê bidin çi ji destê me bê emê bikin. - Em her ku dibêjin aştî bi tang û topan bi ser me de tên. Berpirsê vê, berpirsê şer hikumet e. Ji bilî AKP'ê tu berpirs nîn e û miheqeq dê hesabê bide.
Vane hin gotinên Demîrtaş:
***
REKLAM
- Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'