Diyarname
Mickey Mouse ket 90 saliya xwe. Xêza "Kîvroş Oswald ê Bisiûd" berî Mickey Mouse hatibû çêkirin lê ev xêz winda bû. Lê niha li Japonyayê di embara dîrokzanekî de hat dîtin.
Ji van xêzên Walt Disney ê avakarê Mickey Mouse 7 heb winda bûn û ev jî yek ji wan bû.
Dîrokzanê anîmasyonê yê japon Tasuşî Vatanabe yê 84 salî di dema ciwaniya xwe de li Japonyayê ji pêlîstikfiroşekî bi 500 Yenê Japon (nêzî 23 TL) kirîbû.
Ev xêz ji aliyê Walt Disney û UB Iwerks ve di sala 1927'an de li Studyoyên Disney wekî karakterê pêşî hatibû amadekirin. Anîmasyonê du deqîqeyî li ser bûyerên bi ser Oswald de diqewimin hatiye amadekirin. Fîlmekî din ê Oswald ê windabûyî di sala 2015'an di li nav arşîvên Enstîtuya Fîlman a Brîtanyayê hatibû dîtin.
"Kîvroş Oswald ê Bisiûd" di sala 1927'an de hatibû amadekirin lê ji ber meseleya mafê telîfê di navbera wan de pirsgirêk derketibû û salek paşê yanê di sala 1928'an de di bin banê UNiversal Studyo de xelat dom kiribû û karakterek nû hatibû afirandin; navê Mickey Mouse lê hatibû kirin.