Şagirtê sozdar Reşîdê Şêx el Şebabê Kîkî
Ji dibistana Celadet Bedir Xan û Osman Sebrî derketiye (1)
Siyamend Brahîm
Di jiyana gelan de çendî mirovên xwediyê baweriyên xurt û bi doza gelê xwe bendewarin. Ew her tiştê hêja ji tevger û doza welatê xwe re pêşkêş dikin. Bi rastî ew xwedan hesteke neteweyî ku xweşik dilên wan coş bi coş xurtir dibe û tiştê balkêş ku ev kes xwedî vîneke bê sînor a ku demjimêr bi demjimêr barê ku li ser milên xwe rahiştine, ew ji doza welatê xwe bi dûr nexistin û dûşa (ticah) wî sist an jî li vî alî yan li wî alî ve naçe.
Di sala 1984’an de min li mala Apo Osman Sebrî çend heval û şagirtên wî ji kurdên Şamê dîtin. Ew şagirtên ku ji dil û can bûne bira û xwedî, di xweşiyê û taliyê de pêre rawestîn, belê ew Raşid Cel'o, Izzet Filo û Reşîd Şêx el Şebabê Kîkî ye. Ev ji Apo Osman re bûne piştekeke xurt, her gava ku Osman Sebrî diket zindanê wan alîkariya wî dikir û biratî û dostaniya 50 salan winda nekirin. Mirin tenê ew cuda kirin û min xweş lê ku pir rola wî ji aliyê diravî pir xurt bû, ew Reşîdê Şêx el Şebabê ewa dawî piştî Osman Sebrî bi 17 salan mir.
Lê ku min ji wan kesan ên ku ji nêzîk ve ev mirovê niştimanperwer nas kir, bi rastî ew her tişt ji bo doza gelê xwe da, berî her tiştê çawa ew mendalê ku li dibistana seretayî ango li dibistana (Mekteb E'nber) li Şamê çav li mendalekî ereb kir, bê çawa li pêşiya wî û hevalê wî Osman Omer ji kurdên Şamê, wekî Naziyan destê xwe bilind kir û gote (bijî I'rûba) Îcar ev her du mirovana xwîna kurdîtiyê keliya û hişyar bûn ku ew kurd in û zimanekî wan heye û bi navê Kurdistan welatekî wan jî heye. (Rûpel 53 ji pirtûka “jiyana min”).
Hêjaye gotinê gava mamoste Reşîd xwendina xwe tewaw kir û hingê ew 17 salî bû û ew vegeriya (Taxa Kurdan) û dibêje: “Me bihîstibû ku kesayetiyeke mezin ji Kurdistana Tirkiyeyê hatiye û tê de dijî, “car ez û hevalê xwe Raşid Cele`o çûne seredana Osman Sebrî, mebesta me ji vê seredanê ew bû ku em ji nêzîk ve xweş wî nas bikin û di biryara dilê min de zeriyeke (Taqe) heye ku ez dikarim ji welatê xwe re Sûryê tekoşînekê bikim. An jî ji riçên bav û kalên min re Kurdistan'”…
(Dê bidome)


