Amed
Şaredare navçeya Pîranê ya Amedê yê BDP'yî Mustafa Uyguner li sûkê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Hate gotin ku di 4'ê tîrmehê de biryara binçavkirina Uygur habû lê ji ber ne li navçeyê bû niha hatiye binçavkirin. Di 4'ê tîrmehê de 21 kes ji ber "Operasyona KCK'ê" hatibûn binçavkirin.
Uyguner vê serê sibê hat binçavkirin. Digel ku parêzerên Uyguner bi dozger re axivîbûn û dozger gotibû "Emê sibê gazî bikin" jî Uyguner vê serê sibê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Di 4'ê tîrmehê de Serokê BDP'a Pîranê Cemal A. Sert, Recep Yilmaz û Mustafa Oztutuş, Zulfiye Kişmir, Necbetttin Aykutbay, Feyza Arikan, Recep Ateşmen, Zulfu Eroglu, Mehmet Akgunduz û İbrahim Koktay bi îdîaya "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê kiren", "pesnê sûc û sûcdaran daye", "muxalefet li hemberî zagona 2911'an a Civîn, Meş û Çalakiyan kiriye" hatibûn binçavkirin û dûre hatibûn tewqîfkirin.
Rewşa şaredarên BDP'yî
Niha 35 şaredarên BDP'ê, 6 mebûsên BDP'ê, li dor 200 siyasetmedar, endamên meclisên şaredariyên bajêr û navçeyan girtîne.