Diyarname
Li girtîgehên li Tirkiyeyê bi sedan girtî ev 36 roj in di gireva birçîbûnê de ne. ÎHD'ê li 6 bajaran bi çalakiyan piştgirî da girevên birçîbûnê.
Girtî û hikumxwarên ji doza PKK û KCK'ê li girtîgehan ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û mafên kurdan ên çandî bêne qebûlkirin ev 36 roj in dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Şaxa ÎHD (Komeleya Mafên Mirovan) a Stenbol û hemû şaxên Marmarayê, dîsa şaxên ÎHD'ê yên Sêrt û BAtmanê jî di heman rojî de (17'ê mehê) çalakî li dar xistin û piştgirî dan gireva birçîbûnê. Di çalakiya li Parka Taksîma Stenbolê li dar ket de komê pankartên wekî "Em li girtîgehan naxwazin mirin çêbibin", "Em aştiyê dixwazin" vekirin û diruşmên "Bila girtîgeh nebin miringeh" bilind kirin.
Di çalakiya Stenbolê de rêveber û endamên BDP'ê jî amade bûn.
Li Wanê jî TUYAD-DER'ê bi heman armancê çalakî li dar xist, pankarta "Bila girtiyên siyasî terkî mirinê neyên kirin" vekir.