15'ê mehê Îstanbul Modern bê pere ye
Diyarname
15'ê mehê Roja Hunerê ya Cîhanê ye. Ji bo vê yekê wê rojê kesên bixwazin li Îstanbul Modernê bigerin ji serê sibê heta 22.00'an bê pere dikarin bigerin.
Li gor daxuyaniya ku Îstanbul Modernê weþand, Yekîtiya Hunerê ya Navneteweyî ya girêdayî UNESCO'yê, li ser pêþniyara Tirkiyeyê 15'ê mehê ku roja rojbûna Leonardo Da Vinci ye wekî Roja Hunerê ya Cîhanê hatiye îlankirin.
Ji bo vê yekê wê rojê kesên bixwazin dê bikaribin li Îstanbul Modernê bê pere li pêþangehan binêrin.
Her wiha beþa sînemayê ya Îstanbul Modernê jî heye ku wê rojê ew jî dê bê pere be.