Diyarname
Ji ber ku destûr nehat dayîn li Wan û Culemêrgê gel xwest îro Newroza xwe pîroz bike û polîsan jî êrîş kir.
Ji serê sibê de li Wanê mebûsên Wanê yên DTP'yî Fatma Kurtalan û Ozdal Uçar jî di nav de gel li ber avahiya DTP'ê gihîştin hev û diruşm qîriyan. DTP'yiyên ku tevî kincên xwe yên neteweyî xwestin tevî gel Newrozê pîroz bikin ji aliyê polîsan ve hatin hişyarkirin û dûre êrîş pêk hat. Polîsan mebûs jî di nav de êrîşê gel kir û heta niha li gor agahiyan hin birîndar hene. Her wiha heyeteke îtalyan ku ji bo şopandina Newrozê hatibûn ew jî bi êrîşê re rû bi rû ma.
Li Culemêrgê jî gel ji serê sibê de li ber avahiya DTP'ê de hatin cem hev. Mebûsê Culemêrgê Hamit Geylanî jî di nav de gel hatin cem hev û govend gerandin.
Piştî demekê polîsan mudexeleyên gel kir û hin kes birîndar bûn. Tê gotin ku Şaredarê Berê yê Culemêrgê Metin Tekçe rakirine nexweşxaneyê. Li Culemêrgê dikan girtî ne û xirecir didome.


