Wan
Meşa Banga Aştî, Demokrasî û Çareseriyê ya DTP'ê ku li Wanê hat li dar xistin 30 hezar kes beşdar bû
Ji taxên Xaçort, Yunîplîk, Seyît Fehmî Arvasî, Karşiyaka, Şabaniye û Bajaroka Sixkeyê kom bi kom meşiyan û li ber Hala Sebze ya li ser rêya Culemêrg û Wanê hatin cem hev.
Girseya ku piraniya wan ji jinên kincên neteweyî li xwe kirîn pêk hatin, banga aştiyê kirin. Girseyê pankarta, "Têkoşîna aştiyê wêrekiyê divê" vekir û bi diruşman daxwazên xwe anîn ziman. Girseya kom bûyî bi kişandina govendê li benda heyeta DTP'ê bû.
Girseyê pêşwazî li Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, parlementerên DTP'ê Fatma Kurtalan, Ozdal Uçer, Bengî Yildiz, Sevahîr Bayindir, Nezîr Karabaş, Hamît Geylanî, Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şaredarê Îdirê M. Nurî Guneş û DTP'yiyên din kir.
Gel heta Pêncrêyê ku bi qasî rêya 4 kîlometreyan bû meşiya. Li wê derê Hevserokê DTP'ê Ayna axaftineke kir û gel govend gerand.


