logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Nivîskarî mal wêranî

Berî demekê min gurçikek xwe dabû ber bazara kirîn û firotinê, berî ko nûçeya dezgeha Sema kurd belav bibe û mizgîniya ç

  • Dîrok: 10/07/2009
  • Beş: NÎQAŞ

Qado Şêrîn 

Berî demekê min gurçikek xwe dabû ber bazara kirîn û firotinê, berî ku nûçeya dezgeha Sema kurd belav bibe û mizgîniya çapkirina pirtûka min belav bibe, min ev nameya li jêr ji nivîskar Ezîz Xemcivîn re hinart da ku di Avestakurd de biweşîne.Gurçika xwe difroşimJi ber ko çapxaneyên kurdan pirtûkan belaş û ji her kesî re çap nakin, yan gerek tu dost, merov û tiştin din bî ta ko ji te re çap bikin, û eger ji te re çap jî kirin gerek tu bibî zilam û peyê wan û ji wan re stuxwariyê bikî, ji ber  ko nikarim wê yekê bikim, û ji ber ko ne pereyên min hene ko pirtûkan bi pereyan çap bikim û ne jî wek bawerî dixwazim ji gepa devê kurê xwe bikim û pê pirtûkan çap bikim, ew jî ne merovantiye: îca gurçika xwe ya aliyê çepê(ji ber li aliyê dil e) didim ber bazara firotinê, hin ezê bi buhayê wê pirtûkên xwe çap bikim û hin jî alîkariya nexweşekî bikim..heçê bixwaze bikire bila têkiliyan bi me re deyne..Xuyabû diya min berzûrî xweda bibû û nanek dabû perîşan û pêxwasekî ko Ezîz ew nûçe roj û nîvekê dereng hişt tako nûçeya Sema kurd belav bû û neweşand. Ez li ser nûçeyê dirêj nakim ji ber her tişt ji naveroka wê diyare. Hema hema rewşa gelek nivîskaran mîna ya min e.Nivîskarê kurd ê bi zimanê serdestan dinivîse alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike. Jixwe beşek ji wan ji bo dolaran dinivîsin, ji bo kesê xwe tenê bi zimanê serdestan dinivîsin, yan bi kurdî nabin nivîskar?.

Helbestvanekî mezin hat Holenda, em bi telefonê bi hev re axivîn, min jê xwest bibe mêvanê min, wî got: Yaho ta ko tu wiskiya Aldî(bitikîn) bidî min ezê neyêm û nebim mêvanê te.

Nivîskarekî got: Li tevaya Kurdistanê kurdên rojava zana ne, ji kurdên rojava kurdên êla me zana ne, ji êla me ên li Qamişlo zana ne, ji kurdên êla me yên li Qamişlo mala me zana ne, jixwe di mala me de kes ji min pêve tune. Tengezarê marînî jî dibêje: tenê sê helbestvan li rojavayî Kurdistanê hene(bitikîn).

Nivîskarên kurd di berjewendiya gelê kurd de ne yek in, gelek caran li dijî hev jî derketine, lê di berjewendî û parastina serok û partiyên xwe de yek in. Ji ber tunekirin, piştguhkirin û diktatoriya partiyan, gelek caran nivîskarê kurd nikare helwesta xwe bi mêranî bide. Û hin caran jî ji ber berjewendiyên kesane. Rola partiyan di qambostkirina nivîskarên kurd e heye, her wisa mirovê kurd fêr nekirin ku li nivîskarên xwe guhdarî bikin û xwedî li wan derkevin.

Derfetên ku nivîskarên kurd mezin bikin li ba kurdan kêm in an jî tune ne, medya xwedî li wan dernakeve, kurd wan naxwînin, wekî ku wan nivîskar nabînin, dîsa rola partiyan di vê yekê de heye, eger wan belavokên xwe bi kurdî belav bikirna, dê xelkê ew bixwendana, dê xelk fêrî kurdî bibana, lê mixabin wan mirovên kurd ber bi xwendin û çanda serdestan de ajotin, xelk perwerde nekirin ku zimanê xwe fêr bibin û bixwînin, partiyan ziman nekirin erkek netewî, bakurê Kurdistanê nimûneya herî mezin e, li ba me jî, li rojavayî Kurdistanê jî partiyan guh nedan ziman û guh nedan nivîskarên kurd. Eger rexne nebe çand û nivîskar naçin pêş, dê peyda bibin gelek derd û êş. Jixwe hatiye famkirin ku rexnekirin şerkirin e, mirovê rexneyan dike şer dike û şer dixwaze, şer jî dijminan derdixîne pêşberî merov, êdî kes nema rexneyan dike, jixwe çand û nivîskariya bê rexne seqet e. Nimûne gelek in. Ezê du nimûneyan bînim bîra we xwendevanan, yekê ji asta nivîskarên jin û ya din nimûneya Firat Cewerî û Helîm Yûsiv da ku asta rexne û nivîskarên kurd diyar bibe. Dema Firat Cewerî romana "Ez ê yekî bikujim" derxist, Helîm Yûsiv eşkere û zelal kir ku beşê pêşî ji çîroka wî "Meha sêzdehan" hatiye girtin û beşê duyem ji romana "Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê" ya Mehmed Uzun hatiye girtin.Firat Cewerî di der barê wê xirecir û hetikandin û eşkerekirinê de wisa bersiv da: “Tesadufên di jiyana rastî de, dikarin di berhemên edebî de jî xwe nîşan bidin. Dibe ku aniha bi sedan bûyerên welê hatine nivîsandin ku haya me jê nîn e. Kesên mîna min berê jî bi navên dizî û sexte, ji ber ku ji navdariya min aciz in, nivîs dijî min belavkirine û ez bi wan re nakevim polemîkan!". Firat Cewerî rêzgirtinê nade xwendevanên xwe û ji wan re eşkere û zelal nake bê ka çilo di tesadufê de romana wî û çîroka H. Yûsiv û romana M. Uzun rastî hev hatine. Tesaduf carekê, du caran, sê caran dibe, ne bi dehên caran, û tiştên ew tesaduf bi nav dike, ne tesaduf in, ew afirandin e, ma nav jî tesaduf in?. Ma çawa çêbû..Eger mirov di bersiva wî de birame, mirov dê guman bike ku gelek nivîskarên kurd wisa hene, dema nav bi wan dikeve ji ser hişê xwe diçin û nema guh li rexne û gazindan dikin. Li şûna ku wî rastî zelal û eşkere kiriba, xwe di ser rexne û xwendevanan re digre û bersivê bi wî şêweyî dide. Tesadufên eynî civakê ne tesaduf in, jixwe bûyer û rewşa civakê berhemên wêjeyî diafirînin, ew navekî din lê tê kirin. Eger ciwamêr ji Kolombiya ba me yê bigota tesaduf e. De baş e, eger wisa be, ezê jî sibe "Kevoka spî" bi navê xwe belav bikim û bêjim: tenê tesaduf e. H. Yûsivê zindî mafê xwe eşkere kir, lê kî dê mafê M. Uzunê mirî biparêze?.Şensê nivîskar a jin ji yê nivîskarê mêr bêtir e, nemaze ku xweşik û zimanxweş be (li gor nirxandina civak û dana Xwedê). Dema min nivîsa xwe; Tenê wêne yê nivîskara xweşik tê xwendin(bitikîn) belav kir, jinên nivîskar li dijî min derketin û hinan ji wan gotin kê ji me ew li kur dît pêl serê wî kin, û nivîskarên mêr piştgiriya nivîsê kirin, ev çawa çêbû, asta famkirina jinên nivîskar zane.Famkirin, berjewendiya kesan e, asta têgihiştinê, hestên netewî, hezkirin, ji xwe hezkirin, rol û endametiya partiyan, perwerde, nivîskariya bi darê zorê, ol û sînor rol û bandora xwe li nivîskarên kurd dikin. Jinên nivîskar jî di nav de, ew nivîs famnekirin rabûn asta xwe ya nivîskariyê diyar kirin, di dema min rexne li mêran kiribû ku mixabin ew tenê li wêneyê xweşik dinêrin (dixwînin), jinan famkiribûn ku ez îhaneta wan dikim. Bi tirba şêx ku diya min ba wisa şaş famnedikir. Eger bi pesindariya nivîskarên serdestan be bila kurd nebin nivîskar wekî ku Helîm Yûsiv ne bi pesindayîna Şewqî Begdadî bû nivîskar, ji her nivîskarê kurd pesindayîna nivîskarekî serdestan divê ta ku bibe nivîskar, serboriyek wisa bi Heyder Omer e jî bûye, bi giştî ev ne rast û dirust e. Ev yek ji rewşa giştî ya civaka me tê, û hişmendiya kurdan seqet dike, eger civak zana û xwenda û hestên netewî li ba xurt be dê wisa nerame, dê ziman, çand û nivîskarên xwe piştguh neke, her wisa bi rewşa çand û medya me ve girêdayîye, bi dijîtî û parçebûna partiyan ve girêdayî ye. Eger nivîskarê kurd xelata Nobbel jî bigre dê nebe nivîskar, ma çima serokên partiyan dibin qerasên serokan û mezin dibin, lê nivîskarê kurd ta ku zindî be netiştek e. Li gor vê nirxandinê, eger aniha Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê xanî û Herîrî zindî bana dê ne ew qasî binirx bana.Li tevaya cîhanê bi pênûsa nivîsar, feylsûf û afirandevanan milet û welat pêşketine, bi rêberiya wan şoreş û serhildan rabûne, lê li ba me kurdan nivîskar hemû di rêzekê dene û nivîskarî karê bê karan e, kes li wan guhdarî nake, ji ber her kes xwe ji wan zanetir dibîne, ev yek jî bi asta giştî ya têgihîştina miletan ve girêdayî ye. Stranbêjekî netiştek ji wan bi nirxtir e. Nivîskar nayêne xwendin wekî ku stranbêj têne guhdarîkirin, wekî ku berê me li serdema nezaniyê be.Nivîskarên kurd jî bi hev tahl in, bi taybetî yên beşekî di bin çavan re li hev dinêrin. Hin ji wan hev du tune dikin da ku ew bi ser bikevin. Nivîskarî eşkere û zindîkirina giyanê miletan e, şaristanî û ji jiyanê hezkirina miletan e Nivîskar tecrube û jiyana miletan li ser pelan bicih dike. Nivîskarî barekî giran e, her kes nikare wî barî hilgire, ji bo hinan jiyan e û ji bo hinan mal wêran e û ji bo hinan dem windakirin, wens, tevhevî, zikreşî û gelacîye (nifşê dema înternet). Jixwe nivîskar û nivîsandin ji gelek çapxaneyan re bazirganî ye, û ji bo Siyamend Birahîm û gelekên din xirecir, kirîn û firotin û tiştin din e. Û hûn sax..

06.07.2009

***

 

Têbiniya Diyarnameyê: Qado Şêrîn nivîskarê malpera Avestakurd e. Qado Şêrîn li ser nîqaşa Diyarnameyê "Hêza Nivîs û Nivîskariya Kurdî" ev nivîs hem ji bo Avestakurdê şandiye û weşandiye, hem jî xwest ji ber nîqaşê em biweşînin.
Di vî warî de em du dil bûn. Edîtoriya Diyarnameyê nexwest nivîsê biweşîne ji ber ku di malpereke din de hatiye weşandin. Her wiha fikra edîtorên Diyarnameyê ew bû ku ger nîqaşek di weşaneke de (îro Diyarname, sibe dibe yeka din) hatibe kirin, tiştên li ser wê nîqaşê bêne nivîsandin divê ji bo wir bêne şandin.
Digel ku beşdarî vî fikrî dibûn jî hin şêwirmendên Diyarnameyê xwestin em vê nivîsê biweşînin. Meyla wan wisa bû. 
Dubendî derket di nav me de. Em ji navê derneketin

Di dawiyê de ji ber
 têkiliya gotarê ya bi nîqaşa Diyarnamê re û li ser daxwaza nivîskarê gotarê; û em daxwaza hin şêwirmendên Diyarnameyê jî tînin cih û vê gotarê diweşînin.
 

Parve Bike

Youtube Me
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmekîmî bergeha xwe fireh kir

ad

Îdîanameya li ser AKP'ê hate qebûlkirin

ad

Etem Xemgîn wefat kir

ad

2009: Îsal 76 rojnameger hatin kuştin

ad

Helbestvana îranî Perwîn Îtîsamî

ad

Şaredariya Amedê: Rexneyên gel ji bo me rê nîşan didin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname