KAMRAN SİMO HEDİLÎ
Manî gelek pirtûk û nameyên dirêj nivîsandine û pirtûkeke wêneyan bi şêwekariya xwe neqişkirî li pey xwe hiştiye. Pirtûkên wî, sedemên wî ya nivîsandina wan û naveroka wan wisa ye:
1.Sahberdan; di vê pirtûkê de mirovên xirab û tariya di nava mirovên xirab de daye diyarkirin. Ji bo mirovên ku vê pirtûkê bixwînin, xirabiya di nava mirovan de nas bikin û xwe ji xirabiyê dûr bikin, nivîsandiye.
2. Sendokujîn; di vê pirtûkê de ronî û mirovên ku roniyê diafirînin daye diyarkirin. Ji bo ku kesên vê pirtûkê bixwînin, xwe zanetir bikin û bi zanînê roniya nava xwe ronîtir bikin, nivîsandiye.
3. Riya Rast; rastiyên ku pêwîst in werine kirin nîşan dane. Ji bo ku mirov bi xwendina vê pirtûkê riya jiyana xwe ya rast bibînin û xwe bigihînin rastiya pêwîst, nivîsandiye.
4. Olperestî; di vê pirtûkê de paqijiya baweriyê, paqijiya hizir û paqijiya dil nivîsandine.
5. Veşartî; di vê de efsane û olên berê, şer û aliyên wan rêveberiya yên veşartî eşkere kirine. Bi xwendina vê pirtûkê, mirovan ji dîroka kevin û tiştên ku di dîrokê de hatine veşartin agahdar dike.
6. Nivista Gernasî; jiyana lehengên dîrokî, kirinên wan yên ku mirovahî bi pêş ve birine, dane nasandin. Mafê herkesî heye ku lehengên xwe û lehengên dîrokî nas bikin.
7. Şapûrîkan; ev pirtûk li ser jiyan û dawiya cîhanê ye. Ev pirtûka xwe diyarî Perwîz û Şapûr kiriye. Ji ber ku Perwîz ji dil bawerî bi ola roniyê anîbû û gelekî alîkariya Şapûr gihîşte ola wî.
8. Mizgîniya nû (Încîla nû).
9. Niyên zînegan.
10. Nama.
11. Razan.
12. Kawan.
Her yek ji van pirtûk û nameyan aliyêkî jiyanê û mirovan didine nîşandan. Lê hemû bi hev re kamiliya jiyanê û ya mirovan nîşan didin.
13. Xwestiye bi riya wêneyên di pirtûka xwe ya bi navê Arjeng de jî, bingehê baweriya ola rastî nîşanî her kesî bide. Gelek tiştên ku divê werine dîtîn bi riya wêneyan di Arjeng de nîşan dane. Dizanî ku herkes nikare nivîs û pirtûkên wî bixwînin. Lê herkes dikare li wêneyên di Arjengê de binihêre.
Her beşa Arjengê beşeke ji jiyanê ye.
Beşa yekem, gula çewtiyê ye. Roja ku mirov gula çewtiyê bêhn nekin tune ye. Mirovên zane her roj bi çewtiyên xwe rastiyê dibînin û bi pêş dikevin. Çewtiya mirov wekî pişkova gulê ye. Her çewtî dibe sedem ku mirov ezmûnê bi dest bixe û wekî gulê veke.
Beşa duyem bendewarî û rondikên çavan e. Mirov her rondikên bendewariyê dirijînin û hêvî dikin ku bigihîne armanca xwe.
Beşa sêyem dîlîtî ye, bi baweriya ku rojeke azadiyê bibînin, divê mirov zanibin li ber xwe bidin. Hemû êş û janên mirovan ji destên dîlbûnê ne.
Beşa çarem finda mîhrabê ye (cihê ku hêvî jê tê kirin). Her mirov hêviyê ji cihekî dike û dixwaze ku finda hêviya wan xeyalên wan ronî bike.
Beşa pêncem pencereya roniyê ye.
Beşa şeşem tenêtiya xemgîn e. Herkes êşa tenêtiyê dikişîne û bi tenêtiya xwe xemgîn dibe.
Bawermendên wî dibêjin, “Li her cihê ku Manî beşên Arjenga pîroz şirove dikir, mirovên bîner û guhderên wî bêdeng dibûn. Wan jî wekî wî xwe di nav beşên Arjenga pîroz de didît. Li cihê ku beşên pirtûka pîroz şirove dikir, mirovan ferqa di navbara wî û pêxemberên din de didît.”
Navên hemû pirtûk û nameyên Manî bi kurdî ne û Manî pirtûkên xwe bi kurdî nivîsandine. Hin lêkolîner dibêjin ku du pirtûkên wî bi aramî hatine nivîsandin. Lê nabêjin, kîjan pirtûkên xwe bi aramî nivîsandine.
Manî peyamber e, arif e, hunermend e, şêwekar e, zanayekî xwedî prensîb e, xwedî felsefe ye û fîlozofekî kurd ê mezin e.
kamransimo@hotmail.com
05.09.2017, Yenî Ozgur Polîtîka