Diyarname
Însiyatîfa "Ji bo Demokrasî Yekîtî" kampanyayek bi navê "UZATMAT" (Dirêj neke) dide dest pê kirin. Ev yek li hemberî OHAL'ê (Rewşa Awarte) û KHK'yan (Biryarnameyên di Hukmê Zagonê de) tê dest pê kirin.
Gelek kesên navdar ji pîşeyên cuda hatibûn cem hev (28.06.2016) û "Ji bo Demokrasî Yekîtî" ava kiribûn. Niha ew li hemberî OHAL û KHK'yan dikeve nava tevgerê. Li gor nûçeya Dihaberê di rojên pêşiya me de dê civînek li dar bixin û kampanyayê bidin dest pê kirin.


