Diyarname
Maça diduyan a nîv fînalê ya Lîga Şampiyonan êvara 6'ê mehê hat lîstin. Intera ku li Barselonayê 3 gol avêtibû û bi 3-3 vegeriyabû Îtalyayê, reqîbê xwe Barselano kir mêvan.
Lîga Şampiyonan maçeke mikemel pêşkêşî temaşvanên fûtbolê kir. Maçeke ku demek dirêj dê li ser bê axivîn û neyê ji bîr kirin.
Di vê maça rovanşê de Inter di deqîqeya 21'ê de bi Martinez, deqe 45'an de jî bi penaltıya Hakan Çulhanoglu bi 2-0 bi ser ket. Nîveka yekemin wisa bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de Barselona hay ji xwe çêbû û deqîqeya 54'an de bi Garcia, 60'î de jî bi Olma wekhevî saz kir.
Barselona ku van deman di maçê de serketî bû, di deqîqeya 87'an de bi Raphinhayê encam anî 3-2'yan.
Di kêliya ku êdî hema beje maç bi dawî dibû, di deqîqe 90+3 de Interê bi Acerbi got "Em hê hene": 3-3.
90 deqe xilas bû û maç derbasî 30 deqîqeyên Zêdek bû.
Interê di deqîqeya 99'an de bi Farattesi encam diyar kir: 4-3.
Notek ji bo qeleparêzê Interê Sommer; Sommer wisa şût ji kelehê derxistin, bû lehengê maçê. Sommer neba niha Inter li mala xwe rûniştî bû.
Bi vê encamê Inter derket fînala Lîga Şampiyonan a UEFA'yê.
PSF - ARSENAL
Maça din a nîv fînalê êvara 7'ê mehê di navbera PSG û Arsenalê de ye.
Di maça hefteya borî de PSG li Îngilistanê bi 1-0 bi ser ketibû û bi vê avantajê Arsenalê dike mêvan. Tîma bi ser bikeve dê bibe reqîbê Interê.
Maça f3inalê roja 31'ê gulanê li Allianz Arena ya Munihê tê lîstin.


